
Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
.
A+A-
Li herêma Kelekê ya gundê Husênika bi ser Licê ve şewat derket.
Li devera Kelekê ya bi ser gundê Husênika navçeya Licê ya Amedê ve li cihê bi dar û daristan şewat derket. Sedema şewata ku danê nîvro dest pê kir, nayê zanîn.
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku şewata ku mudaxileyî wê nayê kirin, gav bi gav belav dibe û “Heger ku agir neyê vemirandin, bi texmînî 7 an 8 gund wê wêran bibin. Bi mudaxileya ji destê mirovan vemirandina agir hinek dijwar e. Ger mudaxile nekin dê hemû qad werin şewitandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin