
Li Licê di navbera Artêşa Tirk û Gerîlayên PKKyê de şer!
Li çoltarê navçeya Licê ya Amedê di nabera gerîlayên HPG, YJA Starê û hêzên artêşa tirk de pevçûn derket. Hat îdiakirina ku ji her du aliyan jî kuştî û birîndar çêbûne
A+A-
Operasyona leşkerî ya artêşa tirk ku li dehan gundên li bakurê navçeya Licê ya Amedê ji duh serê sibehê ve bi tevlêbûna gelek tîmên taybet û leşkeran dabû destpêkirin, didome. Li gorî agahiyan, di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk de pevçûn derket.
Hat îdiakirin ku di encama şer û pevçûnan de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar çêbûne. Êrîşa hêzên artêşa tirk a li herêma Licê didome.
Hat zanîn ku artêşa tirk di çarçoveya operasyona leşkerî de li gundên Hedik, Xosor, Mezraaliyan, Şaxur, Karincak û Zengesorê jî êrîşên xwe didomîne. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku leşkerên tirk di navbera van gundan de noqteyên lêgerînê danîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin