Li Kurdistanê qedexeya firingiyan

Li Kurdistanê qedexeya firingiyan

Li Herêma Kurdistanê bi mebesta piştavaniya hilberîna berhemên navxweyî û liberçavgirtina berjewendiyên cotyarên Kurdistanê, hawirdekirina firingiyan hat qedexekirin.

A+A-

Li Herêma Kurdistanê bi mebesta piştavaniya hilberîna berhemên navxweyî û liberçavgirtina berjewendiyên cotyarên Kurdistanê, hawirdekirina firingiyan hat qedexekirin.


 

Rêveberê Giştî yê Baxdarî, Daristan û Mêrgan li Wezareta Kiştûkaliyê ya Herêma Kurdistanê, Husên Hemekerîm, di konferanseke rojnamevaniyê de re ragihand ku li gor biryara Wezareta Kiştûkaliyê, bi mebesta parastina berjewendiyên cotyarên Kurdistanê, hawirdekirina firingiyan hatiye qedexekirin.


 

Hemekerîm aşkere kir ku ew biryar 1ê Îlonê dikeve warê bicîkirinê û heta demeke nediyar dê dewam bike.


 

Husên Hemekerîn diyar kir ku Wezareta Kiştûkaliyê salane bac li ser beşeke berhemên kiştûkaliyê di dema gihiştina berhemên navxweyî de disepîne û got, “Lêbelê îsal ji ber nîgeranî û êş û azarên cotyarên Kurdistanê, cenabê wezîr biryara qedexekirina bi yekcarî ya hawirdekirina firingiyan da.


 

Hemekerîn  diyar kir ku dibe heman biryar bo beşeke berhemên din jî bê wergirtin û got ked û hewldanên cotyarên Kurdistanê hatiye teyît kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin