Li Kurdistanê nêzikî 4 hezar nexweşên Talasemiyayê hene

Li Kurdistanê nêzikî 4 hezar nexweşên Talasemiyayê hene

Li Herêma Kurdistanê her ku diçe hejmara nexweşên Talasemiyayê zêde dibe û pispor jî hişyariyê didin.

A+A-

Li Kurdistanê 3 hezar û 600 nexweşên Talasemyayê hene û ji destpêka îsal ve heta niha zêdetirî ji 30 haletan hatine tomarkirin.


 

Berdevkê Komeleya Talasîmiya li Herêma Kurdistanê dibêje amar nedilxweşker in û di şeş mehên destpêkê yên îsal de 5 nexweşên Talasemiya canê xwe ji dest dane.


 

Herwiha serok komeleya Talasemiyayê li Silêmaniyê Sîrwe Elî jî hişyariyê ji zêdebûna hejmara nexweşan dide û daxwaz dike berî zewacê, kur û keç pişkinînên pêwîst encam bidin.


 

Sîrwe Elî dibêje, “Her ku diçe hejmara nexweşan zêdetir dibe. Îsal li Hewlêrê 5 nexweşên Talasemiyayê canê xwe ji dest dane. Ev çend meh bû ku pirsgirêka derman û çareseriya pîzîşkî hebû. Niha derman ji bo nexweşan zêdetir tên dabînkirin. Lêbelê hêj pirsgirêka amûra veguhastinê ya derziya Disfral heye û gelek pêwîst e.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin