
Li Kormorê hilberîna gazê dest pê dike
.
Şirketa Dana Gasê ragihand ku wê li Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê yê dest bi hilberîna gazê kiriye.
Hilberîna gazê di çend hefteyên borî de ji ber şerê Îranê hatibû rawestandin yan jî bi bi navber dihat kirin.
Şirketê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku wê di wê heyamê de bi hevahengiya li gel aliyên hikûmetê bi baldarî tevgeriyaye.
Dana Gasê tekez kir ku wê ewlehiya karmendan û parastina samanên xwezayî xistiye di ser her tiştî re.
Dana Gasê wekî tedbîreke parastinê, piştî destpêkirina Şerê Îranê yê 28ê Sibatê, hilberîna gazê li Kormorê rawestandibû.
Asta hilberîna gazê ya sala par bi rêya projeya "Kormor 250" gihîştibû zêdetirî 750 milyon metre sêcayî.
Şirket li Qada Gazê ya Kormorê beriya Şerê Îranê rojane 1,500 ton gaza (LPG) û 15 hezar bermîl gaza kondensat hildiberand.
Rawestandina hilberîna gazê ya ya li Qada Gazê ya Kormorê di hefteyên borî de bû sedema krîza bilindbûna bihayê gaza malan.
Qada Gazê ya Kormorê li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin