Li Kirmaşanê erdhej pêkhatin!

Li Kirmaşanê erdhej pêkhatin!

Îro 03.08.2019ê ber bi sibehê ve 4 erdhej li sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê hejand, ku ya herî mezin hêza wê 4.2 bû û li bajarokê Tazawa ya ser bi Selasî Bawecanî ya ser bi Kirmaşanê pêkhat.

A+A-

Îro 03.08.2019ê ber bi sibehê ve 4 erdhej li sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê hejand, ku ya herî mezin hêza wê 4.2 bû û li bajarokê Tazawa ya ser bi Selasî Bawecanî ya ser bi Kirmaşanê pêkhat.

Malpera farsnews vê derbarê de ragehand, demjimêr 03:49ê ber bi sibehê ve erdhejek bi hêza 3.5 li bajarê Serpêlzehaw a parêzgeha Kirmaşanê hejandiye û di kûrayiya 10 kîlometre bin erdê de bûye.

Li gor heman çavkaniyê piştre jî erdhejeke din bi hêza 3.2 demjimêr 04:11ê di kûrayiya 12 kîlometre bi erdê de pêkhatiye.

Herwaha demjimêr 04:56ê jî du erdhej pêkhatin ku yek ji wan bi hêz 4.2 li bajarokê Tazawa ya ser bi qeza Selasî Bawecan pêkhatiye û di kûrayiya 8 kîlometre bin erdê de bûye.

Erdheja çaremîn jî li bajarê Somar a ser bi Kirmaşanê bi hêza 2.8 bûye û demjimêr 05.19ê di kûrayiya 8 kîlometreyan bin erdê de pêkhatiye.

Li gor rêveberê giştî yê krîza parêzgeha Kirmaşanê Celîl Balayî, wan çar erdhejan ziyanên canî û darayî li gel xwe neanîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin