
Li Kampa Holê 9 çekdarên DAIŞê hatin girtin
.
A+A-
Hat ragihandin ku li nav kampa Holê ya malbatên DAIŞê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 9 çekdarên DAIŞê hatin girtin.
Li gorî ragihandina çavkaniyê HSDê doh bi şev hêzên asayişê û HSDê li nav kampa Holê dest bi operasyoneke dijî xebatên DAIŞê yên nav kampê kirin û di wê operasyonê de 9 çekdarên DAIŞê hatin girtin.
Hat zanîn ku di nav wan de jinek jî heye ku tê gotin çek ji çekdaran re dabîn dikir.
Hêzên Asayîş û HSDê yên Rojavayê Kurdistanê 18ê Adarê jî operasyoneke mezin li nav Kampa Holê ya nêzîkî bajarê Hesekê dabûn destpêkirin û roja Îna borî ew operasyon wekî qonaxa yekemîn bidawî hatibû ku di encamê 125 DAIŞî hatibûn desteserkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin