Li Herêma Kurdistanê 5 Partî dicivin

Li Herêma Kurdistanê 5 Partî dicivin

Bi armanca nîqaşkirina geşedanên dawîn, pêwendiyên digel Bexda, pirsa budceyê, PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel di van rojên pêşiya me de dê civînekê li dar bixe.

A+A-

Berdevkê Polîtburoya Siyasî ya PDKê Arif Ruşdî ragihand; PDK amade ye bo danûstanidina 5 alî û got di vê qonaxa girîng de divê hemû parti bi hev re bibin.

Berdevkê PSDKê Bextiyar Kerîm jî  got ‘bi ya me ya herî baş ev e ku hilbijartin were kirin û hikûmet were avakirin.’

 

Biryar ev e, di rojên bê de li ser pêwendiyên digel Iraqê, pirsa bûdceyê û hikumeta rizgariya niştimanî civîneke pênc alî di navbera PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû were pêkanîn.

(nerinaazad)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin