Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, pêșange û konser

Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, pêșange û konser

Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê pêșangeya hunermendên kurd Cemîl Kemanger û Kalle Hamm bi kokteylekê vebû û bi vê minasebetê hunermendê kurd Rûșen Filîztek û hevalê wî François Aria jî mini konserek dan.

A+A-

Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê pêșangeya hunermendên kurde Cemîl Kamanger û Kalle Hamm bi kokteylekê vebû û bi vê minasebetê hunermendê kurd Rûșen Filîztek û hevalê wî François Aria jî mini konserek dan. Pêșange wê heta 30 hezîranê ji bîneran re vekirî be.
Di pêșangeyê de berhemên Kemanger û Hamm ên li gundê Haut-Afaryan li rojhilatê Kurdistanê hatin nîșandan. Li vî gundî gundiyan li dijî rejima îranê șer kiribûn û ji ber vê jî îro kesek di gund de nemaye.
Cemil Kemanger di 1948an de li Meriwanê, li rojhilatê Kurdistanê bûye. Li zanîngeha Kermanșahê beșê seramîkê xwendiye û di 1973yan de dîploma xwe wergirtiye. Kemanger ji 1994an virde li Helsinkiyê dijî. Berhemên wî yên bi teknîka gelerî ya pîșeyî tecrûbeya wî ya penaberiyê bixwe ravedikin. 
Kalle Hamm di 1969ê de li Rauma, li Fînlandiyayê hatiye dinyayê. Hamm, derçûyê Peymangeha hûnerên ciwan a Lahtiyê ye û mastira xwe li Zanîngeha hûnerî û destkarî ya sinaî li Helsinkiyê kiriye. 
Herdu hûnermend ji 1999ê de bi hev re kar dikin. 
Rûșen Filîztekê sazbend û dengbêj ku bi eslê xwe ji Diyarbekirê ye, ev çar sal in hatiye li Parîsê bi cîh bûye û li Sorbonnê etnomuzîkolojiyê dixwîne. Ew li gel havalê xwe François Ariayê ku li gitarê dide beșdarî vekirina pêșangeyê bû. Filiztek bi saz û ûdê li gel gîtara flamenko ya Aria resîtalek da û çend sitranên gelerî pêșkêș kirin. Filîztek bi deng û sazê xwe û Aria jî bi gîtara xwe dilê bîneran xweș û geș kirin ku wan jî bi kelecan j iwan re li çepikan xistin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin