Li Efrînê şerekî tund...8 leşkerên tirk hatin kuştin!

Li Efrînê şerekî tund...8 leşkerên tirk hatin kuştin!

Artêşa Tirkiyê aşkere kir, ku di şer û pevçûnên doh de li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê 8 leşkerên wî welatî hatine kuştin û 13 leşker jî birîndar bûne.

A+A-

Li Efrînê şer û pevçûnên di navbera şervanên YPGê û artêşa Tirkiyê de berdewam in û îro Înê êrişa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê derbasî 42mîn roja xwe bû.

 

Li gel berdewambûna êrişên Tirkiyê bo ser herêma Efrînê, Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku doh Pênşemiyê 1ê Adarê û di 41mîn roja operasyonaEfrîn de, li wê herêmê şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Tirkiyê de derketin.

 

Artêşa Tirkiyê aşkere kiriye, ku şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG/HSDê û hêzên Tirkiyê de li beramberî Hatay-Hassayê derketine. Li gorî heman daxuyaniyê, di şer de ji Hêza Taybet a Cendirmeyan, Hêza Taybet a Polîsan û cerdevanan 8 kes hatin kuştin û 13 leşker jî birîndar bûn.

 

Herwiha Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê jî doh Pênşemiyê ragihand, êrişên Artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê bi dijwarî û ji hemû eniyan ve berdewam bûn.

 

YPGê diyar kiriye, bi taybet li bajarokê Raco êrişên hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê tundtir bûn û daye xuyakirin, ku hêzên Tirkiyê îro êrişî gundên Cengê, Hec Xelîl, Hûbka, Elîbîskê, Bilîlka û Çela kirine û şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Kurd û hêzên Tirkiyê de derketine.

 

Li gorî wê daxuyaniya YPGê, firokeyên şer ên Tirkiyê bi taybet gundên Cengê, Hec Xelîl, Hûbka, Bilîlkê û Çela bombebaran kirine.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê destnîşan kiriye, ku 3 helêkopterên cengî yên Artêşa Tirkiyê ji curê kubra êrişî çeperên şervanên Kurd li her du gundên Bilîlkê û Çela kirin û ragihandiye, ku şervanên wan bersiva êrişan dane û teqe li helîkopteran kirine, ku di encamê de helîkopterek ji aliyê şervanan ve tê biarmancgirtin û derb lê tê xistin. 

 

YPG amaje bi wê yekê kiriye, ku di encama hedefgirtina wê helêkopterekê de, helîkopter neketiye xwarê, lê belê her sê helîkopter neçar mane ji herêmê derkevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin