Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan

Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan

.

A+A-

Di 12.08.2026 de Keşe Ender PEKER ji bo danasîna pirtûka xwe ya bi navê Kurdên Xiristîyan li Dêra Protestan ya Mêrdînê bi semînerekî pêkhanî.

Semîner bi moderatorôya mamostê Zankoya Mêrdînê ya beşa Fakulteya Zanistên Îslamî Veysel BAŞÇİ birêve çû. Veysel Başçi bixêrhatina beşdaran kir û bi kurtî behsa naveroka pirtûkê kir.

Pirsa wî ya pêşî ji nivîskar ev bû; Çima pêwistî bi karekî wiha dît?.

Nivîskar Keşe Ender PEKER di bersiva xwe de:, Di pirtûka pîroz Tewrat û Zebûr de di gelek deran de behsa MEDAN têkirinê. Eva jî bala wî dikişine û lêdikole;

Çima Kurdên Êzdî, Kurdên Cuhî, Kurdên Misilman û wd. Hhene, Çima Kurdên Xiristîyan tünene. Piştê lêkolînên xwe dîbîne ku, yê pêşî dînê Îsa Mesîh qebûl dikin MEDin û MEDÎ jî Kurdin.

Nivîskar Keşe Ender PEKER di beşekî din ya semînera danasîna pirtûka xwe ya Xristîyanên Kurde behasa Xiristîyanên deverên Dêrsim, Mûş û derûdorê herêmê kürdin.

Nivîskar Keşe Ender di behsekî din ya axaftina xwe de da zanîn ku navenda belavbûna Xiristîyanîyê ji Qesra Erbîlê bûye.

Nivîskar Keşe Ender PEKER di dawîya axaftina xwe de da zanîn ku ev pirtûk, pirtûkekî lêkolînê ye. Û ew dîroknasên ku heta niha li ser dîroka herêmê nivîsandine, li Kurdan û Kurdistanîyan (bi zanistî yajî nezanî) neheqîyekî mezin kirine. Di hemî lêkolînên xwe de Kurdan bi Persîyan ve girêdane.

Semîner bi pirsên beşdaran û bersiv û wajo/îmza kirina pirtûkan û xatir xwestinê bi dawî bû.

Cîyê gotinêye ku, weftekî Partîya Welatparêzên Kurdistanê-PWKê (Cîhgirê Serokê Gişrî M. Can Azbay, Endamê Rêvebirîyê Rifat Sefalî, Mîrza Akar, Endamê Meclîsê Nurî Kiliç, û hevalên wan Sidiq Aşvan) ji Diyarbekirê û ji Mêrdînê Nûrî Botan beşdar bibûn.

Rûpela Nû/Mêrdîn
12.8.2026

 

58615183-1b28-4afe-8145-ac772e6d668a.jpeg

3d4e1969-b378-425d-9f1b-d31980e746fc.jpeg
831640da-8989-47bc-8a23-781c0cddade7-001.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin