
Li Danîmarkayê, 11emîn karesata kurdê Êzdî bi civînekî matemînî hat pêkhanînê
.
Îro, 03.08.2025 bi alîkarîya Federesyona Komelên Kurdî Li Danîmarka, Komela Kurdên Êzdî bi boneya 11emîn salroja karesata kurdên Êzdî ya li Şingalê, li bajarê Brondby ya Danîmarakayê civînekî matemînî hat pêkhanîn.
Li gel Partîya Welatparêzên Kurdistanê-PWKê gelek partî û komeleyên çandî yên li Danîmarka yê her yek ji wan bi birûskeyên xwe beşdarê merasima matemenî ya karesata 2014 ya kurdên Êzdî bibûn.
Civîn, piştê bixêrhatina beşdaran ya ji alîyê berpirsên komeleyê, bi srûda netewyî ya Kurdistanê û ji bo pakîya canê şehîdên karesata Êzdîyan û bi giştî şehîdên doza azadîya Kurdistanê deqeyekî rawestinê destpê kir.
Piştê wî peyama rojê ji alîyê endamê rêveberîya komeleyê Yilmaz Yildiz ve hate xwendinê. Piştê wî serokê Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarkayê Adnan Axacan gotarekî pêşkêş kir.
Herwiha, di berdewamîya merasimê de parçeyekî vîdeoyê ya ku behsa karestê dikir hate pêşkêş kirinê.
Dîsa, Rojnamevan û nivîskar Denîz Berxwedan Serînce ji gera xwe ywe ya 2014 ya li Şingalê çend wêne û çend parçe vîdeoyên hevpeyvînên bi kesên (jin, mêr û zarok) pêşkêş kir û derbarê wan de axaftinan kir.
Hinekî partîyên Iraqî jî beşdar bibûn..
Têbinî: Dîsa hat gotin ku Konsolê Iraq ya li Danîmarka jî ji bo civînê hatîye vexwendinê. Lê, deqa dawîyê ji alîyê konsolxaneyê ve hatîye ragighandinê ku ji ber nexweşînê dê konsol nikaribe beşdar bibe..
Eva jî teksta axaftinên Komela Kurdên Êzdî û ya Federasyona Komelên Kurdî ya li Danîmarkayê ne:
Mêvanên rêzdar,
Birêz nûnerên Sazî, Komel û Partiyên SIyasî yên Kurdistanî,
Birêz Nûnerên Sazî û Partiyên Mendeyî, Mesîhî û Ereb yên Îraqî
Birêz nas, dost û kesayetên welatparêz.
Em bixêrhatina we teva dikim, ser seran, ser çavan re hatine.
Rêzdarên hêja,
Di serî de em hemi cangorîyan bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber yadê wan ditewînin. Em herweha bi rêzdarî hemi Pêsmergeyên Kurdistanê, Şervanên Êzîdî li Çiyayê Şingalê, Şervanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemi kesên mirovperwer, aştîxwaz û xîretkêş li Iraqê ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de cangorî bûne, şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin.
Mêvanên birêz:
Wek hun teva jî baş dizanin, em îro 11. salroja bîranîna komkujî û fermana ku DAÎŞ’a dirinde û hov di 3. Tebaxa 2014’an de li herêma Şingalê anî serê Civaka Êzîdî bibîr tînin.
DAÎŞ’a hov di nava çend rojan de bi hezaran Êzîdî komkuj kir, gelek ji wan li ber çavên malbatên wan, li ber çavên dayîk, jin û zarokên wan serjê kirin. DAÎŞ’ê hovîtîyeke ecêb û nedîtî anî serê Êzîdîyan.
Bi hezaran kuştin û bi hezaran jî keç û jin revandin, di sûk û bazarên koleyan de dan ber bêh û bazaran û weke koleyên sexê bikar anîn. Zêdeyî 7.000 keç û jin bi darê zorê revandin. Heta vê gavê zêdeyî 3.500 ji wan bi rêyên cur be cûr, bi alîkariya çalakvanên Êzîdî, bi alîkarîya kurdên welatparêz û malbatên ereb yên xwedî xîret, û her wiha bi taybetî jî bi alîkariya Ofîsa taybet a Birêz Nêçîrvan Berzanî, Serokkomarê Herêma Kurdistanê, hatin rizgar kirin, lê mixabin heta îro jî hê yên din hemi hunda ne û çarenûsa wan ne diyare, li gel ku rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê berî bi salan derbên mezin xwarin û têk çû.
Di dema fermanê de bi sedhezaran Êzîdî terka cih û warên xwe kirin. Zêdeyî 100.000 kesî li serê Çiyayê Şingalê mane asê û nêzîkî du hefteyan di wê kela germa havînê de bê nan û bê av man. Bi sedan bi ser hev de ketin û cangorî bûn. Heta îro jî dem bi dem hestûyên mirîyan li serê Çiyê têne dîtin. Herweha heta niha zêdeyî 100 gorên bi kom li Şingalê hatine dîtin. Gelek ji wan hatine vekirin û bi alîkariya hikumeta federal li Bexdayê hatine tespît kirin û bi merasim li Şingalê bi axê hatine spartin, lê mixabin hê gelek gor jî nehatine vekirin.
Civaka Êzîdî qet ji bîra nakê bê xelkê Kurdistanê çawa bi mal û canê xwe derîyên xwe ji xwîşk û birayên xwe re vekirin û destê alîkariyê dirêjî wan kirin û ew di dibîstan, û heta di mizgeftan de bi mehan bi cî kirin.
Civaka Êzîdî heta îro jî di nava trawmayeke mezin a derûnî de jiyan dikê. Ji gelek alîyan ve bêhêvî û xeyalşikestî bûye. Ev 11 salin di welatê xwe de, li Başûrê Kurdistanê, di kampan de jiyan dikê. Zarokên ku di dema fermanê de 10 salî bûn, îro bûne 21 salî û mezin bûne. Ji bilî jiyana kampê tu jiyaneke din nas nakin. Heta îro jî Şingal nehatiye ava kirin. Li gel ku Şingal di bin kontrola Hikumeta Federal de ye, di derbarê Êzîdiyan de û di warê cîbicîkirina ewlehiyê û rêxweşkirina vegera xelkê di kampan de, pêngavên bibawer nehatine avêtin. Xelk bi hêvîyên mezin li bendê ye ku vegerin ser cih û warên xwe, lê ew alîkariya pêwîst bi wan re nayê kirin, û ji ber rewşa siyasî û aloziya li herêmê heyî gelek kes newêrin vegerin. Demekê derdora 700 malbat vegeriyabûn, lê piştî hin aloziyên li herêmê, hemû carek din vegeriyan kampên li Kurdistanê. Gelo ev jiyana di kampan de heta kengî?
Gelo wê Peymana Şingalê a ku di sala 2020’an de hat îmze kirin, kengî bikevê jiyanê da ku Êzîdî bikarin vegerin ser cih û warên xwe?.
Heger em bala xwe bidinê, tu koçberên ku di dema xwe de ji ber DAÎŞ’ê revîyabûn, hemû carek din vegerîyan ser axa xwe, ser cih û warên xwe li Iraqê. Heta bi dehan malbatên ereb yên DAÎŞ’î ji kampên Al-Hol û Al-Roj yên li Rojavayê Kurdistanê bi hemahengiya li gel hikumeta Federal a li Bexdayê vegeriyan gundên xwe, ser cih û warên xwe. Ji bo wan plan û proje hatin çêkirin.
Cihê matmayînê û xemgînîyeke mezine ku Hikumeta Federal a Iraqê eynî hesasiyetê ji bo hemwelatiyên xwe yên Êzîdî jî nîşan nadê û wek pêwîst li wan xwedî dernakevê, ji bo cîbicîkirina Peymana Şingalê gava naavêjê û Şingalê nûjen nakê.
Em li vir bangî hemi alîyên pêwendîdar dikin. Em bangî Hikumeta Federal a Îraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin, em bangî Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpa û tevaye Civaka Navdewletî dikin ku bi berpirsyariya xwe ve rabin, Şingalê ava bikin, ji bo vegera Êzîdiyan ji kampan hêsankariyan biafirînin, plan û projeyên xizmetguzariyê û pêkvejiyanê li Şingalê biafirînin da ku Şingaliyên xeyalşikestî û dilê wan bi bîrînên kûr tijî carek din bikarin baweriya xwe bi rayedaran, bi derdorên xwe û bi cîranên xwe bînin.
Em ji bo beşdariya we dubare gelekî spas dikin.
Komela Kultûrî a Êzîdiyan li Danîmark.
Yilmaz Yildiz
03.08.2025
Serokê Federasyona Komelên Kurd li Danmark FKKD
Adnan Axacan
Dostên hêja, Kurdistaniyên birêz,
Em îro, 3ê Tebaxê, li vir kom bûne da ku trajediyek bêhempa bi bîr bînin. Serpêhatiyek ku di dîrokê de wekî Roja Reş - ji bo gelê me yê Êzidî hatiye tomarkirin. Tam yanzdeh sal berî niha, di Tebaxa 2014an de, cîhan şahidiya hovîtiyekê kir ku nayê wesfkirin. Rejîma terorê ya DAIŞê li seranserê herêma Şengalê belav bû, û li dû xwe karesatek wek mirin, wêranî û êşên bêhempa hiştin.
Bi hezaran kurdên Êzîdî bi awayê herî hovane hatin kuştin. Jin û mêr bi xwînsarî hatin îdamkirin, zarok û jinên ciwan hatin revandin û wek kole hatine firotin, ew rastî îstîsmara zayendî hatin û rastî şîdeta nemirovane hatin. Êzdiyên Şengalê hatin koçberkirin, malên wan hatin şewitandin, mîrateya wan ya çandî hate wêrankirin. Ev ne tenê şer û pevçûnek bû; ew hewldanek bi zanebûn û sîstematîk bû, ji bo nehiştina tevahiya komeke olî bû. Jenosîdek - ya 74emîn di dîroka trajîk ya gelê kurdê Êzîdî de bû.
- Îro em livirîn da ku vê êrişa hovane, wehşetnak bibîr bînin.
- Em jiyanên bêguneh yên ku winda bûne bi bîr tînin.
- Em malbatên ku ji hev parçe bûne bi bîr tînin.
- Ew ixsîrên heta niha jî di destê wan vehşan de ne bi bîr tînîn,
- Êzdiyên bê ser û şûn û windabûyî bi bîr tînîn,
- Em kesên ku ji vê trajediyê filîtî, yên ku li ser giyan û laşên xwe birînên wan hene, û her roj bi bîranînên tiştên ku wan jiyayne û ji bo ku li ser pîyan bimînin û têdikoşin bi bîr tînîn.
- Berxwedana wan şahidiya ruhê bêhempa yê ruhê mirovahiyê ye.
Lê civîna me ji bîranînê wêdetir e. Em ne tenê ji bo bîranînê li virîn. Ev civîne her wiha pabendbûna erkên li ser şanê meye ye.
- Pabendbûna wê yekê ye ku qet tiştê qewimî ji bîr nekin.
- Pabendbûna xebata li dijî nefret, bêtehamulî û tundrewiyê ye.
- Pabendbûna pêzanîna ku qirkirin ne bûyerek dîrokî ya teorîk yan abstrakt e,
- Qirkirin gefek rasteqîn e ku heke em bihêlin, kêmxemiyê bikin dê her berdewam bike.
Berpirsiyariyeke me ya hevpar heye ku heqaniyetê ji bo qurbaniyan misoger bikin. Divê kesên berpirsiyar ji ber sûcên xwe hesab bidin. Û berpirsiyariyeke me heye ku em piştgiriyê bidin kesên saxmayî di têkoşîna wan de ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe û civakên xwe. Ev yek hewceyê baldariya navneteweyî, îradeya siyasî û alîkariya mirovî ye.
Îro, em bi bilindkirina dengê xwe li dijî neheqî û zordestiyê, bîranîna kesên ku me winda kirine bi rêzdarî bibîr bînin. Werin em hemû hewl û mecalên xwe bikarbînîn da ku dîrok careke din xwe dubare neke. Werin em hemî pabend bibin ku ji bo cîhanek ku wehşetên weha careke din çênebin, şer bikin.
Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be.
Silav li canê pakrewanên şehîdan
Bijî Kurdistan
Serokê Federasyona Komelên Kurd li Danmark FKKD
Adnan Axacan
27.7.25
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin