Li Çiyayê Metîna 12 şikeft ji ber êrişên Tirkiyê ji nav çûne

Li Çiyayê Metîna 12 şikeft ji ber êrişên Tirkiyê ji nav çûne

.

A+A-

Şerê PKKê û Artêşa Tirkiyê, ji bilî ziyanên canî û madî, gelek ziyan gihandine navçeyên şûnûwarî jî. Li wan navçeyên Başûrê Kurdistanê yên ku Tirkiye operasyonan lê encam dide, gelek şûnûwar ji nav çûne. Tenê li Çiyayê Metîna û derdora wê, 12 şikeftên dîrokî hatine teqandin û jinavbirin. Ji ber qedexekirina wan navçeyan û hebûna şer û bombebaranan, gelek şûnwar jî hene ku hîn şûnwarnas neçûnê û nedîtine da ku bêne tomarkirin.

Mihemed Îslam xelkê gundê Bêdê yê hevsînorê Bakurê Kurdistanê ye, ji 40 salan zêdetir e gundê xwe nedîtiye lê hîn jî navên 20 şikeftan di bîra wî de ne ku kevnariya wan bo dema bav û bapîrên wî vedigerin.

Xelkê Gundê Bêdê Mihemed Îslam li ser kevntiya şikeft û şûnwarên deverê anî ziman, “Kevn, hema nîşan, em bêjin ew nîşanên mirovekî ne yan bizineke kovî ne yan tiştekî din e ewqasî kevn in ku mirov nikare nas bike. Hinekan hema sed zilam dikarin biçine nav, heger baran bibare dereke wan şil nabe, niha nîne, hema ez bêjime te, yek ji wan şikeftan yê li gundê me bi xwe vê gavê li wir tev PKK hene.”

Deverên sînorî û zincîreya Çiyayê Metîna bûye meydana operasyonên Tirkiyê li dijî PKK, heta niha zêdetirî 12 şikeftên mezin û biçûk hatine jinav birin ku dîroka wan bo serdemên kevn vedigerin.

Operasyona Artêşa Tirkiyê li ser Çiyayên Kurejaroyê berdewam e ku ji 2 hezar metreyan zêdetir ji rûyê deryayê bilind e, li sînora nahyeya Şêladizê ye ku rûberê wê 956 km duca ne û hejmara gundên wê 91 in lê tenê 8 jê avedan in, bi sedan şikeftên kevn li wan gundan hene ku bûne armanca topbaran û bombebarana Artêşa Tirkiyê.

Xelkê Şêladizê diyar dikin ku, gelek ji wan şikeftan hatine rûxandin.

Nivîskar Samî Rêkanî yê xelkê herêmê got, “Me hinek ji wan dîtine wek Şikefta Kuştiyan, wek Şikefta Hisarê, wek Şikefta Çema Ciya, wek Şikefta Reş û gelek şikeftên din me hene. Her yek ji wan şikeftan nêzîkî 200 heta 300 pez tê de dihewiyan, di heyvên zivistanê de. Heger her şikeftekê bidine ber saroxan, dê sirûştê xwe ji dest bide, dê gelek bi zehmet be ku vegere ser sirûştê xwe yê berê, meriv nikare destkariyê jî tê de bike.”

Datayên muzexaneya Duhokê diyar dikin ku jiyan berî 65 hezar salan li van deverên çiyayî hebû, ji ber ku gelek nêzîkî Şikefta Şaneder a ku di nav de hestiyên mirovan yên serdemên qedîm hatine dîtin, ew dibêjin gelek şikeftên qedîm hene lê ji ber şer nikarin biçin wan deveran.

Rêveberê Muzexaneya Duhokê Bêkes Cemaledîn got, “Bê guman bi sedan şikeft li wê deverê hene ne ku pêncî, dikevine wî sînorî çunkî di kevn de çerxên berdînî yên kevn berî 10 hezar û 12 hezar salan jiyan li şikeftan dest pê kiriye li Herêma Kurdistanê, paşê hatiye xwarê li van deşt û çiyan, lewra gelek ji van şikeftan hatine borduman kirin mîna Şikefta Çarder, mîna Şikefta Birîndaran ku di sînorê şer de ne, xelkê ev şikeftana di kevn de wek penageh bo jiyana xwe bikar anîne bi taybetî li wî sînorî heta nuke em neşiya ne bigehîne wan cihan ji ber ku van 10 salên borî û zêdetir jî çekdarên PKK bo xwe bikar anîne wek penageh.”

Li gor lêkolîneke ku di navbera salên 2014 heta 2019an de hatiye kirin, tenê li deverên niha ku operasyona Tirkiyê ya li dijî PKK berdewam e, 79 şikeftên mezin û biçûk hene.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin