Li Çaldiranê 8 li Çelê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin!

Li Çaldiranê 8 li Çelê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin!

li gor walîîyê Wanê; teymenek, 2 astsubay û 5 çawiş jîyana xwe ji dest dane û 8 leşker jî birîndar bûne.

A+A-

Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekî ragihand ku di 2ê Îlonê de di dema operasyona hêzên ewlekariyê ya li çiyayê Tendurekê û navçeya Çaldiranê de şer û pevçûn qewimîne. Teymenek, 2 astsubay û 5 çawiş jîyana xwe ji dest dane û 8 leşker jî birîndar bûne.

Walitiyê ragihand ku di pevçûnan de 11 PKKyî jî jiyana xwe jidest dane.

Lê li gor ajansa DIHA radihigînê di vî şerê dijwar de heta niha tegmenek, 12 leşker û 3 cerdevan û hatine kuştin

Her weha li Çelê ya navçeya Heqerî jî 3 leşkerê tirk hatine kuştin 20 leşker jî birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin