
Li Batmanê hemû cûre çalakî hatin qedexekirin
Li Batmanê hemû cûre çalakî bo maweyê 20 rojan hatin qedexekirin.
A+A-
Parêzgariya Batmanê daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniya parêzgariyê li bajêr bo maweyê 20 rojan hemû cûre çalakiyên xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapameniyê, mitîng, vekirina standan û yên bi vi rengî hatin qedexekirin.
Li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê berî niha jî gelek caran qedexeyên bi vî rengî hatibûn danîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin