Li Amedê şerê qamçiyan: Çanda bav û kalan e

Li Amedê şerê qamçiyan: Çanda bav û kalan e

.

A+A-

Li herêma Têrkanê ya Amedê festîvala “şerê qamçiyan” tê lidarxistin.

Di sêgoşeya navçeyên Gêl, Hênî û Pîranê yên parêzgeha Amedê, herêma Têrkanê heye.

Xelkê Têrkanê dawiya meha gulanê derdikeve seyrangehan, tirbên şêx û kesayetên xuya yên olî ziyaret dike, qurbanan serjê dikin û diçe ser goristnan.

Kesên navsere û ciwan bi qamçiyan şer dikin.

Ev çanda şerê bi qamçiyan ji kengî ve û bi çi sedemê li devera Têrkanê bûye adet nayê zanîn.

Li gorî gotinan, zêdetirî 500 salî ye ku ev kevneşopî li herêmê heye.

Herwiha tê gotin di serdemên kevn de mîrek û axayan wekî rahênanekê û ji bo hêza xwe zanibin her sal ev çalakî di nav ciwanan de li dar xistiye.

Ev çand bi sedan sal bere hebû niha jî li Têrkanê berdewam dike.

Ew çand wekî festîvalekê he rsal 15 Gulanê dest pê dike û heta 25ê Gulanê dewam dike.

Ji bo van çalakiyan ji gelek bajaran şêniyên deverê vedigerin gundê xwe.

Ciwanan xwe ji navê û berjor tazî kiriye û bi hemû hêza xwe û heta destên wan radibin bi qamçiyan li hev dixin û şîrqîna qamçiyên wan digihê guhên bi sedan kesî û heta ji pişta hev xwînê tînin jî şerê wan dewam dike.

Bi dehan kesên din jî li hêviya dora xwe ya şerê qamçîyan in û bi sedan kes jî li arenayeke xwezayî temaşeyî şervanên qamçiyan dikin.

“400 kes wê lîstîkê dilîzîn”

Xelkê herêma Têrkanê yê bi navê Hecî Mûsa Balte li ser festîvalê ji Rûdawê re got:

“100-200 kes xwe didin alîyekî û 100-200 kesên din jî xwe didin alîyekî din.

Îcar kîjan bi qewet be û bihêz be hev davêjin erde û li hev dixin.”

“Ji xerîbiyê tên”

Xelkê şênîyê Têrkanê yê bi navê Mehmet Kayra jî li ser beşdariya festîvalê wiha got:

“Ji Stenbolê ew xelkên ku li xerîbiyê ne ji bo şerê qamçiyan destûrê digirin tên bi lîstika qamçiyan dilîzîn û vedigerin ser karên xwe.”

“Ez bi kelecan li benda hatinê bûm”

Herwiha xelkê Têrkanê yê bi navê Elî Begum jî li ser lîstikê wiha got:

“Ez dema li leşkeriyê bûm min destûra xwe bi kar neanî.

10 roj destûra min hebû. Ez roja ziyaretê ji bo vê lîstikê hatim. Bi rastî jî meraqek pir û pir zêde heye.

Aniha wexta ez hatim vir di rê de kelecanê ez girtim, min dixwest ez zûtir bigihijim vir.”

Şervanekî din ê qamçiyan jî eşkere kir ku wî bi têra dile xwe şerê qamçiyan nekiriye û ev çanda bav û kalê wan e.

Ev lîstik ango şerê qamçiyan li zêdetirî 10 gundên Têrkanê tê lîstin

.Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin