Li Amedê operasyona artêşa Tirkiyê berdewam e

Li Amedê operasyona artêşa Tirkiyê berdewam e

.

A+A-

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê ya bi hinceta PKKê berdewam e û ji wan 4 welatiyên ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn desteserkirin, 2 ji wan bi merc hatin azadkirin.

Hêzên artêşa Tirkiyê roja Yekşemê 12ê Îlona 2021ê li navçeya operasonê ya li sînorê bajarokê Pîranê bi ser gundê Pîrajman de girtin û 4 welatî desteser kirin ku du jin û du mêr in.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên navçeyê, doh êvarê herdu mêr hatine azadkirin ku navê yekî ji wan Husnu Yurtsever e û navê yê din nehatiye zanîn, Ayşe Yurtsever û jineke din ku navê wê jî nehatiye zanîn hêj desteserkirî ne.

Operasyona li Amedê ji roja Pêncşembê 9ê Îlonê ve dest pê kiriye. Roja Şemiyê 11ê Îlonê di roja sêyem a operasyonê de li navçeyên Birîv û Meyako li derdora gundê Pîrajmanê şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de derketibûn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî roja 8ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihandibû, di berdewamiya operasyonên Eren-2 de li navçeya Licê ya Amedê ku têde dron jî hatine bikaranîn, 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Li gor wezaretê, operasyona li dijî PKKê li navçeyê hêj berdewam e.

Li gor agahiyan, li navçeya operasyonê ji ber bombebarana helîkopterên artêşa Tirkiyê agir bi daristanên navçeyê ketiye û her diçe agir berbelav dibe û rê li ber xelkê tê girtin ku biçin cihê bûyerê û agir vemirînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin