Li Amedê bûyera trafîkê: mîrî û birîndar hene

Li Amedê bûyera trafîkê: mîrî û birîndar hene

Minîbûsa ku ji navçeya Hênê ya Amedê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî ya li Sêrtê, di rê de tekelê ‎wê teqiya û wergeriya. Di qezayê de jinekê canê xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.

A+A-

Bûyer, îro Şemiyê li ser rêya Amed-Farqînê qewimî. Minîbûsa bi şofêrtiya Orfû Kaçmaz ku ji qezaya ‎Hênê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî, dema gehişte Taxa Oguzlar tekelê paşê yê aliyê rastê ‎teqiya, ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Di bûyerê de, 17 kes birîndar bûn ku zarok jî di nav wan de ‎hebûn.‎

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirustî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

‎Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyên Amed û Farqînê hatin veguhestin. Lê Xatûn Kaçmaz (60) ku li ‎Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargi ya Amedê ‎dihat dermankirin, canê xwe ji dest da. ‎Di bûyerê de 16 kes jî birîndar bûn û hat ragihandin ku rewşa sisêyan ji wan giran e.‎

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin