Li Amedê agir bi malekê ket: 8 kes rakirin nexweşxaneyê

Li Amedê agir bi malekê ket: 8 kes rakirin nexweşxaneyê

Li bajarê Amedê agir bi malekê ket û 7 jê zarok 8 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ku dûmanê bandor li wan kiribû.

A+A-

Vê sibê li Kolana Artiklar a Taxa Ziya Gokalp a bajarokê Sûrê agir bi qata yekem a avahiyeke 3 qatî ket. Niştecihên avahiyê malbata 8 kesî ya di hundir de agahdar kirin û yek ser ji hundir derketin, lê dûmanê bandor li wan kiribû.

 

Li ser agahdarkirinê tîmên vemirandina agir û tendirûstiyê gehiştin cihê bûyerê û 7 jê zarok 8 kes bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî û Nexweşxaneya Zarokan a Zanîngeha Dîcleyê hatin veguhestin.

 

Agir ji aliyê tîmên peywendîdar ve hat vemirandin û hat ragihandin ku rewşa her 8 kesan baş e. 

 

Tê texmînkirin ku agir ji ber kontakta elektrîkê derketibe lê heta niha ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Lêkolîn derbarê sedema agirpêketina malê de berdewam e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin