Li Amedê 46 kes bi vîrusa korona ketine

Li Amedê 46 kes bi vîrusa korona ketine

Li Amed a bakurê Kurdistanê li gor amarên fermî 46 kes bi vîrusa Korona ketine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya K24ê, heta îro tenê li nexweşxaneya Gazi Yaşargil a Amedê testên vîrusa Koronaya nû COVID-19 dihatin kirin, ku heta niha tenê 500 test kirine, lê ji îro û pê ve, dê li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî testên Koronayê bêne kirin.

Herwaha li gor heman çavkanîyê, Li Sertê jî haletên pêketina bi vîrusa Korona hatine tomarkirin yek ji wan jî Rêvebirê Tenduristîya Sêrtê ye û dê ji bo 14 rojan bikeve karantînayê.

Hat ragehandin li Sêrtê 2 gund (Taşkaya û Kaya Hîsar) û 2 mezrik (Kayali û Eynkebîr) jî ji ber ku haletên pêketina bi vîrusa Korona hatine tomarkirin, dê 14 rojan di karantînayê de bin.

Li gor heman jêderê, gundê Hêrsîna Kevir yê Erxenîya Dîyarbekirê jî bo 14 rojan hatîye karantîna kirin.

Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê amarên derbarê vîrusa Korona bi giştî dide û dîyar nake li her parêzgehekê amar bi çi awayî ne, şeva borî dîyar kiribû, heta niha li seranserî Tirkîyê  27 hezar û 69 kes bi Korona ketine û 574 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin