Li Almanyayê kongreya Ciwanên Şoreşa Sûriyê bi rê ve çû

Li Almanyayê kongreya Ciwanên Şoreşa Sûriyê bi rê ve çû

.

A+A-

 Bi beşdarbûna , hejmarek kesayetiyên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê, li bajarê Dortmund ê Almanyayê, Kongreya Ciwanên Şoreşa Sûrî bê rê ve çû. 

Li bajarê Dortmund ê Almanyayê, runiştina damezrêner a Kongreya Ciwanên Şoreşa Sûrî bê rê ve çû. Dikongreyê de, hejmarek kesayetiyên Sûrî ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê beşdar bûn û li ser çend armancan li hev kirin.

Hejmarek endamên Komîteya Amadekar a Kongreyê ji Rûdawê re axivîn. Beşdarekî kongreyê, ji Rûdawê re got, beşdaran li hev kirin ku Navê Sûriyê Komara Sûrî be, Sûriye dewleteke nenavendî federal be, herdu zimanê Erebî û Kurdî fermî bin, mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bên pejirandin.

Endamî Komîteya Amadekar Ebdulrezaq Mihemed got: “Ev yekem hewla rastqîn e, û hewleke pir serkeftî ye û rehendeke wê ya demografîk a Sûrî berfireh heye. Erka wê ya sereke vegerandina ciwanan bo ser şanoya lîtika siyasî ye. Da ku ev ciwan herî nêzîk di jêdera biryara siyasî de derbarê vî welatî hebin.”

Endamî Komîteya Amadekar Xeldûn Heyder jî got: “Pêwîst bû ku ciwan vegerin nav rewşa siyasî ya Sûrî. Eger ciwan yek bi yek vegerin nikarin tiştekî bi ser bixin. Me berê ev yek ceriband. Pêwîst e kutleyeke ciwanan a Sûrî, miştimanperwer û xwedî bandor bê pêkanîn li ser bingeha prensîpên şoreşa Sûrî, ji bo piştevaniya çanda mafên mirov û azadiyên giştî ki hemû parêzgehên welêt.”

Hin kesayetiyên Sûrî yên navdar her wekî Doktor Mihemed Hebeş ku kesayetiyek û nivîskarekî Şamî naskirî ye, û hunermen Semîh Şiqêr ku ji parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyê ye, bi rêya Zoomê gotinên xwe ji beşdarên kongreyê re pêşkêş kirin.

Hin edamên kongreyê yên Kurd û Ereb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nêrînên xwe derbarê kongreyê de diyar kirin.

Endama Kongreyê Nazdar Îsmaîl jî got: “Kurd û Ereb di vê kongreyê de amade ne û em dixwazin hemû kesên li Sûriyê çi Kurd û çi Ereb e yek bin.”

Endamê Kongreyê Ebdulrezaq el-Milhim jî got: “Beşdaran Yekîtiya Sûriyê tekez kirin, wan hebûna xwe li ser xaka Almaniya, di nav gelê Amanya de tekez kir, ez hêvî dikim ku kongreyê duyem li bajarê Qamişlo be.”

Ehmed Şêxo, ku li kongreyê beşdar bû, ji Rûdawê re got, beşdaran li hev kirin ku Navê Sûriyê Komara Sûrî be, Sûriye dewleteke nenavendî federal be, herdu zimanê Erebî û Kurdî fermî bin, mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bên pejirandin û rejîma Sûriyê were êxistin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin