Leşkerekî ji Dîyarbekirê sê leşkerên din kuşt!

Leşkerekî ji Dîyarbekirê sê leşkerên din kuşt!

Nedim Abes ku ji nifûsa Diyarbekirê ye, sê leşkeran kuştîye û dawîyê jî ew xwe intîxar kirîye.

A+A-

Li Qereqola Cendirme ya Kula ya Manisayê ya Tirkiyê leşkerekî bi navê Nedim Abes ku ji nifûsa Diyarbekirê ye, sê leşkeran kuştîye û dawîyê jî ew xwe intîxar kirîye.

Li gor DHA yê bûyer li dora saet di 3.30ê şevê qewimîye; leşkerê nobedar Nedim Abes li qoxuşa raketî de leşkeran gulebaran kirîye; ji wan 3 kes mirine û sê kes jî birîndar bûne.

Yên hatine kuştin Mumin Pinaroglu (Bursa-Osmangazî) Huseyin Tolga Hepgul (Izmir-Konak) û Onur Sunnioglu (Izmir-Bornova) û yên birîndar jî Cemil Aslanhan, Kenan Dursun ve Emirhan Yaşaroglu ne. Birîndaran rakirine nexweşxaneya navçeya Salihlîyê.

Dihê îddia kirin ku ji berê de nexweşîya dînîtî/derûnî ya Nedim Abes tunebûye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin