Leman Xelîl: Darên Efrînê bi barhilgiran dibine Tirkiyê

Leman Xelîl: Darên Efrînê bi barhilgiran dibine Tirkiyê

.

A+A-

Erebên hawirde bi piştevaniya çekdarên opozisyona Sûriyê li daristana qeraxên deryaçeya Bendava Meydankê ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bi hezaran darên kesk bi birekên elektirîkî birîn û bi balhirgiran veguhestin. Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê li Ewropayê Leman Xelîl got, "Xelk newêre tomar bike daran, bi birekên elektrikî daran dibirin û bi barhilgiran dibine Idlibê û Tirkiyê."

Her wiha li gundê Aşkê Xerbî yê nahyeya Cindirêsê jî li gor çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, çekdarên Lîwaya Weqas a bi fermandariya Seid Ebas û berpirsê emnî yê wan çekdaran Ebû Reşîd Daristana Sinober a ji Çiyayê Bêreqdar heta geliyê Ereban bi dirêjahiya 2 kîlometreyan dar birîne.

Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê li Ewropayê Leman Xelîl beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser birîna darên Efrînê kir û got, “Her tiştên ku ji Efrînê digihêjin me, em bi şiklekî nizamî tomar dikin ku ji Neteweyên Yekbûyî re dişînin. Em li ser malpera xwe ya mafên mirovan belav dikin. Em li her derê belav dikin ku xelk bibîne li Efrînê çi rû dide. Dîmen û wêne di dest xelkê de hindik in lê dîsa jî em ên heyî ji rêxistinên navdewletî re dişînin.”

Li gor dîmenên ji herêma Efrînê tên kişandin û belavkirin û li gor çavkaniyên ku ji herêmê ji Rûdawê re axivîne, eger birîna daran bi vî şêweyî berdewam bike, çawa herêm ji nişteciyên xwe yên resen ên Kurd tê valakirin, zevî û daristanên herêmê jî dê ji dar û beran bên rûtkirin.

Leman Xelîl li ser amara darên ku hatine birîn anî ziman, “Me di 2020an de lêkolînek kir ku li cem me derket nêzikî milyonek dar hatine birîn. Em ên vê dawî jî bijmêrin û ji rayedaran re bişînin.”

Leman Xelîl got, “Li herêmê û Racoyê, xelkê ku em bi wan re diaxivin dibêjin, çekdar ji me re dibêjin em ê wan daran dîsa biçînin lê ne wisa ye, mezinkirina daran ne wisa hêsan e û debara xelkê me pê dibe. Dema dar tên birîn rizqê xelkê me kêm dibe. Xelkê Efrînê dibêje ji ber ku dar nemane em ji germa behecîn.”

Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê li Ewropayê Leman Xelîl diyar kir ku ew dîmênên belav dibin beşeke biçûk a darên ku hatine birîn e, rêjeya darên ku hatine birîn gelekî zêde ne.

Leman Xelîl her wiha anî ziman, “Xelk newêre tomar bike daran, bi birekên elektrikî daran dibirin û bi barhilgiran dibine Idlibê û Tirkiyê. Her hefteyê carekê û du caran bi barhilgirên mezin van darên ku hatine birîn bi berpirsyariya Mihemed Fatih dibine Tirkiyê.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin