Lêkolîna li ser çekên kîmyewî destpê kir

Lêkolîna li ser çekên kîmyewî destpê kir

Li Sûriyê, li ser gotinên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de lêkolîn destpêkirin.

A+A-

Li gor hin çavkaniyên dîplomatîk di mijara ku di meha sibatê de hatibû gotin ku “xaza klorê ji aliyê rejîma Sûriyê de hatiye bikaranîn”, lêkolîn hat destpêkirin. Xaza klorê li Xûta ya Rojhilatê hatibû bikaranîn.

Berê jî komîsyona hevkar ya NH û RQÇKê, di 27 ê Cotmeha 2017an de rejîma Sûriyê bi kuştina 100 sîvîlên ku li Xan Şeyxûnê, di 4 ê nîsana 2017an de, bi çekên kîmyewî kuştibû, rapora wê dabûn Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî.

Dadgeha Cezayê Navdewletî (JIM) bi tena serê xwe nikare berpirsên komkujiyê di Dadgeha Cezayê ya Navdewletî de mehkeme bike ji ber Sûriye ne endamê wê ye. Divê Konseya Ewlekariyê, Sûriyê sewqê dadgehê bike ku ew jî karibin Sûriyê mehkeme bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin