Kurdistan: Ceneta ser rûyê erdê

Kurdistan: Ceneta ser rûyê erdê

Lupine Travel: Kurdistan di lîteratura Rojhilata Navîn de ‘wek ceneta ser rûyê erdê' tê binavkirin."

A+A-

Şirketa turîzmê Lupine Travel a Britanyayê di malpera xwe ya înternetê de ji bo Kurdistana Iraqê ku di nava 35 welatên turê de cih daye wê dibêje; "Kurdistan di nava welatên Rojhilata Navîn de bi zixur, çiya, avrejgeh û bi rûbarên xwe ceneta ser rûyê erdê ye. Kurdistan di lîteratura Rojhilata Navîn de ‘wek ceneta ser rûyê erdê' tê binavkirin."

 "Ji Şerê Iraqê ya sala 2003an pê ve li başûrê Iraqê kaos û xwîn dirije, lê Kurdistan bi ekonomî û bi turîzma xwe pêşveçûneke pir mezin bi dest xist. Digel hebûna pirsgirêkên li Iraq û Sûriyeyê jî Kurdistan ji bo geştiyarê hê jî biewle ye."

Malpera şirketê derheqê bajarên Hewlêr û Silêmaniyê de agahî dide ku; Kurdistan bi berhemên xwe yên dîrokî û bi xwezaya xwe delal di nava welatê ku mirov dikare serdana wê bike de ye û ragihandîye ku di 14 û 21ê Cotmehê de tureke turîzmê li Kurdistanê li dar bixin

http://www.lupinetravel.co.uk/iraq-holidays-and-tours.html

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin