Kurdên Amerîkayê bi cilên Kurdî Newroz pîroz kir

Kurdên Amerîkayê bi cilên Kurdî Newroz pîroz kir

.

A+A-

Kurdên li eyaleta New Jerseyê ya Amerîkayê û yên nêzîkî wê dijîn bi hev re Newroza îsal careke din bi coşeke mezin pîroz kir.

Bi sedan kes tevî  şahiya Newrozê ya li eyaleta New Jerseyê bûn ku wek mizgîniya biharê û destpêka sala nû tê qebûlkirin.

Di şahiyê de hunermendan stran gotin, beşdarvanên şahiyê jî bi cilûbergêb xwe govend gerand.

Beşdarvana Newrozê Sheelan M.yê (Şîlan) got, “Cilûbergên min ji Başurê Kurdistanê ye û min online ji jinek ji Swedê kirî.

Ez gelekî bi kelecan im. Ev cara yekem e ku ez bi civaka Kurdan re li Amerîkayê Newroza xwe pîroz dikim.

Tiştek gelek girîng e û ez bextewarim ku em bi awayekî azad li vir Newroza xwe dikarin pîroz bikin.”

“Em ruhê Newrozê her sal hîs dikin”

Beşdarvan Bêrîvanê jî got, “Min jî cilûbergên xwe li bajarê Vancauverê ji jinek ji Amedê kirî.

Her çiqasî em li diyasporayê mezin bibin jî em can û giyana Newrozê her sal hîs dikin û ez hêvî dikim ku em dê di Newroza îsal de jî têkoşîna xwe berdewam bikin û ji sala par zêdetir nêzîkî azadiya xwe bibin.

“Ez hez dikim rojekî bibînim em Kurd hemû yek in”

Beşdervan Mustafa Amarsîmo jî got:

“Peyama min a Newroza îsal ev e ku em Kurd hemû bibin yek, dest bidin hev û welat ava bikin û hemû bibin yek.

Ez 24 salî me û ez hez dikim rojekî bibînim em Kurd hemû yekin û qebûl bikin ku Kurdistan heye.

Hêvî dikin dê  rojek însallah bibe.”

“Hêvî dikim Newroz deriyê azadiyê veke”

Hunermend Cihan Çelîk jî got:

“Ev cara çaran e ku ez têm Newrozên Amerîkayê. Li Calîfornia, New Jersey, Chicago jî beşdarê pîrozbahiyan bûm.

Newroza me baş e. Ez hêvî dikim Newroz dê deriyê şer bigire û deriyê aştî û azadiyê veke ji bo me Kurdan û hemû mirovan.

Rêya heq û Hizirê Kal bi we re be.”

Newroza li New Jerseyê bi beşdarvanên ji çar aliyê Kurdistanê re hat pîrozkirin û peyama yekitiyê derket pêş.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin