Kupaya Cîhanê: Lîstikvanên Îranê sirûda xwe ya neteweyî nexwendin

Kupaya Cîhanê: Lîstikvanên Îranê sirûda xwe ya neteweyî nexwendin

.

A+A-

 Lîstikvanên Tîma Neteweyî ya Îranê ku di çarçoveya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ya li Qaterê de derket pêşberî tîma Brîtanyayê, weke protesto li hemberî hikûmeta Tehranê, sirûda xwe ya neteweyî nexwendin.

Lîstikvanên Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Îranê di merasima ku beriya pêşbirka li hemberî Brîtanyayê ya di çarçoveya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ya li Qaterê de ji bo piştgiriya ji xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin, sirûda neteweyî ya welatê xwe nexwendin.

Dema sirûda li Stadyuma Neteweyî ya Xelîfe hat lêxistin, 11 lîstikvanên tîma Îranê hemû bêdeng man.

Di dema sirûda neteweyî ya Îranê de, dengê fîtikan bi awayeke bilind li stadyumê hat bihîstin.

Kaptanê tîma Îranê Îhsan Hacsafî beriya lîstikê daxuyanî da û got ku ew piştgiriyê didin xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Hecsafî di civîna çapemeniyê ya duh bi şev de axivî û got, "Divê em qebûl bikin ku şert û mercên welatê me ne baş in û gelê me ne kêfxweş e. Em nikarin rewşa Îranê înkar bikin û lîstikvan ji her tiştî haydar in.”  

Ev yek di demekê de ye ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro derbasî roja xwe ya 66an bû. Ji roja Sêşembê 15ê Mijdara 2022an ve xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûne û di wan rojan de li gor çavkaniyên mafên mirovan, 29 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest dane.

Di vê heyamê de hin werzişvanên Îranî ji bo piştevaniya xwepêşanderan biryar dan ku sirûda netewî nexwînin û yan jî serketinên xwe pîroz nekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin