
Kongreya Êzidiyan çima tune?
.
Newaf Mîro
Êzidî li benda fermanan dimînin. Ji fermanê heta bi fermaneke din. Em bi fermanê re dikarin heta demekê bi xwe bi xwe re mijûl bin. Piştî demekê êdî ew ferman dibe parçeyek ji jiyana me ya rojane û çîrokek ji çîrokên jiyana me, stranek ji stranên me.
Hinek ji me fermanan ji bo berjewendîyên xwe yên takekesî û hevkarên xwe bi kar tînin. Bi fermanan re dibin parçeyek ji bo fermake nû.
Lê mixabin sed mixabin, me heta niha jî aqilekî pêşiya fermanan bigire li cem me Êzidiyan nîne. Aqilê bi kêrî Êzidiyan û Êzidatiyê be pere nake.
Bi aqil û rêbazên kovî, yan berî em nikarin pêşiyê li helandin, bişaftin û fermanan bigirin.
Bi aqilê parçeyek ji pergala fermana em nikarin, pêşiya fermana û qirkirinên nû bigirin.
Bi şer û çêra jî pêşiya dijminatiyê û kînê nayê girtin. Şer jî bi alav û rêbazên demborî bi ser nakeve.
Dem û dewran tên guhertin, pê re jî cure û kesên fermana pêk tînin tên guhertin lê ferman mayînde ne.
Em dizanin Êzidî di nîvê Îraqê û herêma federal ya başûrê Kurdîstanê de xelek û xeteke nazik in û mexdûrên her du aliyan û beriya wan in û yê aqil û serkêşên xwe ne.
Ji bilî wê jî hêza Êzidiyan di nîvê Partiyên Kurd û nîvê Îraqê de parçe parçe ye. Êzidî bi xwe ne xwedî hêz û projeyeke xwemalî ne. Nizanim niha çend hêz û alîyên çekdar û siyasî hene li Başûr û seranserî Îraqê. Siberoja wan jî ne zelal e û bi yasayan nizanim çi qasî parastî ne.
Ne tenê li wir, Êzidî li Ewropa û li aliyên din yê dinyayê jî qet qetî ne. Li şûna bi hev re bibin alîkar dibin kelem. Astengan ji bo berjewendiyên aliyên xwe yê siyasî zêdetir derdixin.
Êzidî nikarin xwe bi xwe li hev bikin û bibin xwedî mîsyonên giştî û pêşdem.
Gelek alî û Êzidî dikevin nava heman xeterî û çewtiyê, bi gotina “Êzîdî Kurd in, yan ne Kurd in.” Bi çend gotinên beloq jî mijar çareser nabe tenê şêlû dibe. Yan tenê Kurdîtiyê dikin, yan jî li dijî Kurdîtiyê ne. Her du jî ji bo rewşa heyî bêhavil in. Dijberiya Kurdan bi kêrî Êzidiyan nayê. Kurdîtî bi çend Êzidiyan bi ser nakeve. Berê bi kêrî xwe û civaka xwe werin, paşê xelekên dora xwe ava bikin.
Ev yek enerjî û hêza mirovan beradayî berdide û mirovan li ber çavê hev reş dike û dike dijmin.
Wekî ku xuya dike, dê hemû çerxên aborî, ewlehî û yên giştî li heremê bên guhertin.
Sûriye hate radeyekê hatiye guhertin û hê jî guhertinên din dê çê bibin. Ciyê Êzidiyan weke ol di yasa û fermiyeta Sûriyeya nû de wê hebe yan nebe heta niha ne zelal e.
Îraq û Îran jî weke xwe namînin. Dê ev pergale heyî bête restorekirin. Heta dikare di demeke kurt de ew herêm bikeve nav şerekî germ jî û yê herî zêde xisarê bibînin wê dîsa Êzidî bin. Di van guhertinên seranserî Îraqê û Kurdistanê de ciyê Êzidiyan çi ye?
Êzidî ji siberojeke çawa re amade ne?
Rewşenbîr, çalakvan, zanyar û siyasetmedarên Êzidî çi dibêjin?
Çima Kongreyeke Êzidiyan heta vê gavê tune?
Êzidiyên dengê hev nakin û nikarin bi hev re tevbigerin, çima hin alî û xelkên din, yan dewlet wan guhdarî bikin?
Helbet nakin.
Niha qala aştiyê dibe li herêmê lê aştî bê guherîn jî pêk nayê.
Çi ji bo çi û kê bête guhertin? Guhertinên di berjewendiyên kê û kîjan alî de? Ji bo guherînê bedel û qurban çi û kî ne? Helbet xala herî nazik û lawaz beriya her tiştî têk diçe, ya herî xurt jî dibe hevpar û xwediyê pişkê.
Ya Êzidiyê bibin hosteyên qedera xwe û bi dezgeh û kesayetên pêşketî. Yan jî wê li bende fermanên nû bimînin.
Em nikarin her tiştî “li hêviya Xwedê” bihêlin.
Miletê bi xwe xêra hev nexwazin çima Xwedê dê xêrê bi wan bike.
Bi hêviya ev mijar bêhtir bête gengeşekirin da ku bersivek ji pirs û pirsgirêkên heyî re hebe.
Mirov û civaka bi xwe û pirsgirêkên xwe re mijûl, ne Xwedê ne jî evdekî din, nikare bi wan mijûl be û pirsgirêkên wan çareser bike.
Çavkanî : Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin