Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kongira Cenêv-4

A+A-

Li Cenêvê (Genêvê), di bin serperiştîya Neteweyên Yekgirtî da, bi mebest çareserkirina krîza Suriye’yê, kongira bi navê Cenêv -4 duh, ango roja 23.02.2017an dest pê kir.

Wekî têt zanîn, bi amancê agirbesê li bajarê Astana’yê bi serpereştiya Federasyona Rusya’yê (FR), daku Tirkîye û Îran jî li gel wê beşdarê civînê bûbûn, li ser agirbesê rêkevtinek hatibû pejirandin.

Bi qasî ku têt ragihandin, hinek pevçûnên herêmî hebin jî, bi giştî hêlên şer giramî (riayet) bi agirbesê dikin.

Wekî têt zanîn, DAEŞ, el Nusra û hinek rêxistinên terorîst nakevin ber agirbesê, lê krîza Suriye’yê hêj girift dibe, bi destêwerdana hinek dewletan, bo mînak Tirkîyê, Misir, Îran û Erabîstana Siudî.

Jixwe, operasyona eskerî ya Tirkîye’yê, herweha hebûna hêza eskerî ya Îranê, rewşê xerabtir dike, ji ber ku ew layengir in û mebesta wana ne çareserkirina krîza Suriyê ye, berevajî amancên din yên wana hene, ji van dewletan her yeke di nav opozîsyonê da grupek xwe heye û yekrêzîya vana jî tine ye.

Li ser daxuyanîya nûnerê NY Staffan Di Mistûra, em dizanin ku di Kongira Cenêv -4an da, dê behsa makezagona nû, hikûmeta demborî û hilbijartinan bêt kirin, ango dema veguhêzê.

Bêşik ev mijarên girîng in, lê girîntir ev ku opozîsyon û rejim  li ser demokrasi lihev bikin û Suriyê bibe dewletek federal û demokrasi.

Wekî em dizanin rêveberîya Federasyona Bakurê Suriye’yê, ango TevDem an jî PYD nehat vexwandin, bona beşdarîya Kongirê.

Enîya Niştemanîya Kurd li Suriye’yê (ENKS) jî di nav opozîsyonê da beşdarê Kongirê dibe.

Wekî civînên berê, herweha bona civîna Astana’yê jî, ji ber zexta Tirkîye’yê PYD, Rêberîya Federasyona Bakurê Suriyê nehat vexwandin.

Bi vî avayî, ji her du layên rojvayê Kurdistan’ê, ango ENKS di nav opozîsyonê da beşdar dibe û PYD jî nehat vexwandin.

Gengeşîyek berfireh heye di nav beşên siyasîyên rojavayê Kurdistan’ê da, li ser beşdarbûn an nebûna ENKSê di Kongirê da.

Hinek berpirsên siyasî beşdarbûna ENKS erênî dibinin, lê hêlek din bang dike ku ew beşdarê Kongirê nebe, jê vekişe.

Vêcarê ne tene partiyên di nav TevDemê da bang li ENKSê dikin ku ji Kongirê vekişe, herweha ENKS bi xwe jî dibêje, ku “ ew pabendî encamên Cenêv-4 nabin heger desteya bilind a danûstandinan belgenameya xwe ya siyasî di derbarê mafê Kurdan de serast neke.”

Em ji vê daxûyanêyê têdigehên, ku di belgeya danûstandinan ya desteye bilind ya opozîsyonê da mafên demokratik û neteweyî cî negirtine.

Jixwe, di nav opozîsyona Suriyê da wekî rejîmê, gellek derdorên siyasî îtirafê herêmek bi navê rojavayê Kurditan’ê û mafê neteweya Kurd nakin, him rejim û ew wekî hev difikirin.

Daxwaza ENKSê di cî da ye, eger mafên neteweya Kurd di belgenameya danûstandinan da cî negre, divê jê vekişe û li ser mafên neteweyî bi israr be.

Pirsa me ne beşdarbûn, an nevexwandina PYD û zexta Tirkîye’yê li ser DYA û FRyê ye, mixabin pirsa me di nav mala me da ye, ne yekrêzîya me rê li ber zext, çewsandin û lîstikên xêrnexwazan vedike.

Nuha kî dikane beje, ku eger ENKS û TevDem yekrêzîya xwe pêk bianîna, gelo ew rewşa kambax dê rû bida?

Eger, yekrêzîya xwe pêkbianîna zext û gefên Tirkîyê bêwate diman û him jî, jîyana bi hezaran gencên Kurd di gencenîya xwe da wenda nedibû, herweha bi qasî îro nediket bin xeterê.

Him DYA û him jî FR û herweha Rejîmê jî, dê li gel Kurdan bi avakî din tevbigerîyana, lê mixabin daxwaza deshilatiya tena bi sere xwe vekî vîrûsekî ye, carekê bikeve laşê mirov weha bi hêsayê dernakeve, dermankirinek dirêj divê.

Heçkû, parvekirin mifteya efsûnî ya serketinê ye, bala xwe bidin têkoşînên civakî, ger yên neteweyî bin, ger yên çînî bin, hemû jî bi yekrêzîya hêzên siyasî biserketine.

Di rewşên weha da qalip û rêgezên bîrdozî (îdeolojî) neçarin di nav şert û mercên deme da watedar bibin.

Divê em ji xwe bipirsin, ma em dikanin rêgez û qalipên dema Şerê Sar îro bikar bînin, di nav çarçoweyek weha teng da tevbigerin?

Bêşik, bersiva vê NA ye, wekî her tiştî; siyaset, bîr û bawerîya mirovî jî di nav xweguhertinekê da ye, jixwe jîyan bi xwe pêvejoya xweguhertina mirovahîyê ye.

Em mijarê jihevbelav nekin, mebesta vê nivîsê ev e ku hêj jî dema yekrêziyê nebuhorîye, divê ENKSê jî ji hinek daxwaz û şertên xwe bipaşve gav bavêje, herweha divê PYDê jî li siyaseta xwe vegere û hewla yekrêzîyê bide, rê li ber ENKSê veke û bi hevra li ser rêkevtinek nû lihev bikin, bona paşeroja rojavayê Kurdistan’ê.

Wekî gellek caran têt gotin, mafê ti hêzek siyasî tine ye ku berjewendiyên hizbî bixe ber yên welat û welatî.

Birêz serok Mesut Barzanî dikane carek din herduhêlan bîne bal hev û li ser paşeroja gelê rojavayê Kurdistan’ê, bêşik helwestek weha dê li ser gele herçar parçeyên Kurdistan’ê jî kartêker be, karîgerîyek erênî.

Bila em zanibin, ku îro derfetek giranbûha ketîye destê Kurdan, beşik ev bedela bi xwîna hezaran gencên bû, divê ji bîra ti kesî dernekeve ku di cî da bikar anîna vê  derfetê berpirsyarîyaek dîrokî ye.

Di dawîyê da ez dixawazin du giringîyan bînim bîra we.

Yek, bila ji bîra me neçe, bilî ku mafên neteweya Kurd bêt nasîn eger krîza Suriyê bêt “çareserkirin” carek din vegera derfetek weha dê pirr dirêj bajo û bedelên hêj giran divê.

Du, li beramberê hemû hêzên mezin yên cîhanî, dewletên zilhêz, herweha hevpeymanîya navdewletî em nikanin bisekinin, îro DAEŞ heye, roja ew qedîya giringîya hêz û rola Kurdan wekî îro nabe.

24.02.2017/Dusseldorf.   

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin