
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
.
Komeke çekdar a kêm naskirî ya bi navê Berxwedana Îslamî - Eshabulkehf (Ketayibên Hawara Qudsê) diyar kir ku, wan bi dronan êrişî "berjewendiyên Amerîkayê yên li parêzgehên Hewlêr û Dihokê" kiriye.
Di daxuyaniyekê de ku îşev hatiye belavkirin, wê komê got:
"Wekî tolhildanekê ji bo xwîna Îmam Xamineyî yê şehîdê netewe û rêberê me, me berjewendiyên Amerîkaya dijmin û kirêgirtiyên wan li her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê yên li bakurê Îraqê kirin armanc."
Li gorî daxuyaniya wê koma çekdar, êriş roja pêncşemê hatiye kirin û tê de "du dron" hatine bikaranîn.
Ev yek di demekê de ye ku îşev hejmarek dron li sînorê parêzgehên Hewlêr û Dihokê ketin xwarê.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Soranê Endam Cebar, îşev ragihand ku nêzîkî saet 21:50î ya îşev welatiyên Soranê dengê teqîneke mezin bihîstine.
Endam Cebar got, dron li nêzîkî mala Şehîd Al Muhacir ketiye xwarê û bi lez hêzên ewlehiyê bi mebesta lêkolînê gihîştine cihê bûyerê.
Di heman demê de her îşev, dronek li sînorê gundê Kewerteyê yê sînorê Çomanê yê Îdareya Serbixwe ya Soranê ketiye xwarê.
Nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir got ku dron li çolekê ketiye xwarê û ti zererên wê çênebûne.
Li aliyê din, Nûçegihanê Rûdawê yê li Dihokê Heyder Doskî ragihand, derdora saet 22:00yên şeva pêncşemê, du dronên ku arasteyî zeviyên petrolê yên li sînorê nahiyeya Çemankê ya parêzgeha Dihokê hatibûn kirin, bêyî ku ti zirarekê bidin hatin xistin.
Muxtarê gundê Bêrkiyatê yê li wê herêmê Mecîd Bêrkiyatî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Her du dron ketine xwarê û ti zererên wan çênebûne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin