Kerkûk di navbera Tirkmen û Ereban de - Arif Qurbanî

Kerkûk di navbera Tirkmen û Ereban de - Arif Qurbanî

.

A+A-

Arif Qurbanî

Yek ji xeletiyên stratejîk ên kurdan di çareserkirina pirsa Kerkûkê de piştî rûxana Sedam ew bû ku ji wê rastiyê tênegihîştin ku ji ber hebûna pêkhateyên cuda cuda li bajêr, ji bo wergirtina Kerkûkê, Kurd bi tena serê xwe nikarin rewatiyê bidin doza xwe û pêwîstiya wan bi hevbeşekê rasteqîne heye ku bi kurdan re daxwaza Kerkûkê bike. Ji bo vê yekê jî bingeha hevbeşîkirina tirkmenan licih bû. Eger ev neheqî jî bûbe, lê bûbû defakto.

Lê PDK û YNKê ji vê rastiyê tênegihîştin û bêyî liberçavgirtina rol û pêgeha tirkmenan û giringiya wan di hevkêşeyan de, pişta xwe dan vê pêkhateyê. Ne tenê rabûn hemû derî li ber tirkmenan girtin, lê karekî xerabtir jî kirin û dest bi avakirina partiyên kartonî yên tirkmenî kirin. Ji wan kurdên ku xwe kirine tirkmen yên ser bi her du partiyên kurdî bûn çend partiyên tirkmenî qît kirin, wek cureyekî ji xapandinê da wiha nîşan bidin ku tirkmen bi kurdan re ne di hevkêşeyan da. Di demekê de kesên ku nûnertiya pêkhateya tirkmen dikirin ketibû bereya dijî kurdan.

Li dewsa ku vê çewtiyê rast bikin û piştî wergirtina Kerkûkê tirkmenan bikin şirîkên rastîn ên gelê kurd, çûn bi erebên şîî re li ser dîtina nexşerêya çareseriyê ji bo Kerkûkê li hev kirin. Bêyî ku li ber çav bigirin ku qonaxa piştî Sedam û hatina şîeyan a ser desthilatê, qonaxa şîekirinê ye.

Pişka reha ya erebên erebkirinê jî, erebên Şîe bûn. Desthilatdariya şîî ku armanca wê belavkirina şîeyan li tevaya Iraqê be, dê çawa karekê bike ku encama wê qewitandina şîeyan ji Kerkûkê be! Kurd bi vê daxwazê çûn ser maseya diyalogê bi şîeyan re.

Ji ber ku wê çaxê pêgeha kurdan di hevkêşeyên Iraqê de xurt bû, şîeyan ew rastî fêm kiribû ku ji bo berqerarî û tekûzkirina hukmê şîeyan û marjînalkirina suniyan di dahatûya Iraqê de, pêwîstiya wan bi kurdan heye. Lewra kurd bi nexşerêyekê razî kirin ku kurd wiha bawer bikin dê bi saya wê bigihin armancên xwe. Lê şîe ji wê yekê miqatetir bûn ku bikevin feqa kurdan. Planeke demdirêj û domdar danîn ku piştrastî ji xwe re misoger kiribûn ku siberoj ne ya projeya kurdî lê ya wan e.

Tew di vê mijarê de erebên sunî jî piştguh xist. Di demekê de erebên ku berê li navçeyên Kerkûkê bûn, erebên sunî bûn. Li gor daxwaza kurdan ji bo derxistina kesên ku di çarçoveya stratejiya qirkirina nijadî de anîbûn Kerkûkê, ew ereb li xwe digirt ku piştî sala 1968ê anîbûn Kerkûkê ku piraniya wan jî şîî bûn.

Ango kurd bi wê yekê razî bûn erebên ku di qonaxên berê de li Kerkûkê hatibûn niştecihkirin, wek malxwê li wan binêre ku ew jî erebên sunî ne.

Li vir kurdan di gotûbêj û peymanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê de, tirkmen û ev erebên navçeyê marjînal kir. Bi vê yekê xizmeteka mezin gihand erebên şîî. Çunkî tirkmen û erebên sunî xist çepera bergiriya li mana wan li Kerkûkê.

Di demekê de ku çend pirsgirêkên kûr li navbera wan hebûn, lê kurd bûn sedem ku pirsgirêkên navbera sunî û şîeyên Kerkûkê û pirsgirêka navbera tirkmen û ereban were piştguhxistin û hemû li hember kurdan bibin yek û karîbûn projeya kurdî bişikînin.

Her çiqasî rola kurdan di hevkêşeyên Kerkûkê de vêga pir lawaz e, lê lojîkeke piştrastkirî heye ku ji me re dibêje, zêdebarî ku ne pêkan e dem were vegerandin da em pêşî li karên xerab û çewtiyan bigirin, lê bi hikmet û siyaseta rast pêkan e xeletî werin tawîzkirin.

Kurd niha jî bi wergirtina rêya dîtina hevbeşekê bi doza Kerkûkê dikare gelek hevkêşeyan biguherin, ku eslê pirsgirêkê jî bi neteweya serdest a ereb re be, lojîk her ew e ku kurd bi tirkmenan re li hev bikin.

Tirkmen tu carî nabin gef û metirsiya stratejî li ser gelê kurd. Li gor hejmarê, çend caran ji hejmara kurdan kêmtir in. Di rewşa herî baş de, her heya ji %15ê Kerkûkê pêk tînin. Tu kûrahiyeke wan bi navçeyeke din ve tune ye da bibe sedema bilindkirina rêjeya tirkmenan, bi sedema anîna kêm a zarokan jî bi berdewamî hejmara wan di kêmbûnê de ye. Berevajî ereban ku kûrahiya wan girêdayî deverên erebî ye û wek xisleta civakî jî, rêje û hejama wan herdem zêde dibe.

Tirkmenên Kerkûkê tiştek ji hevparîkirina bi ereban re bi dest nexist. Bi tenê wek karvedan û helwesta li hember gelê kurd, tirkmen li kêleka ereban sekinîn. Lê bûn sedema serdestiya hegemoniya ereban li ser niha û siberoja Kerkûkê.

Pirsgirêkên tirkmenan bi ereban re wek xwe mane. Erd, zevî, mal û milkên tirkmenan ku hatibûn dagîrkirin û ketibûn xizmeta pêvajoya erebkirinê, heta niha li tirkmenan nehatine vegerandin.

Pirsgirêka erebkirinê di alîyê stratejî de çiqasî li ser gelê kurd metirsîdar bû, li ser tirkmenan jî bi heman awayî ye. Bi sedan hezar donim, zevîyên cotkarên tirkmen hatine desteserkirin û bi erebên hawirde hatine dayîn.

Erebkirin û şîîkirina niha bi heman radeya kurdan çi bigire zêdetir jî li ser tirkmenan gef e. Di dahatûyeke demdirêj de, dê rêjeya ereban ewqasî li hember tirkmenan hilkişe, heta rol û pêgeha tirkmenan wek mesîhiyên iraqî lê were.

Divê kurd hewl bidin wan rastiyan ji tirkmenan re zelal bikin û piştevaniya wê yekê bikin ku hesta lêxwedîderketinê ji tirkmenan re çêbibe li Kerkûkê û dijî wê dagirkariyê bin; ji bo vê yekê jî divê kurd ji gelek tiştên xwe werin xwar.

Yek ji wan jî posta waliyê Kerkûkê ye. Heyama 5 salan e erebek ji bo xizmeta erebkirin û şîîkirinê bi wekalet dimeşîne û kurdan her xeyala xwe li ser wergirtina wê postê ava kiriye û bi wan nayê dayîn.

Baş e heke kurd di şerê wergirtina vê postê de hewl bidin tirkmenan bikin hevparên xwe, heke bi şêweyê dewrî li navbera kurd û tirkmenan were birêvebirin yan her bi tirkmenan were dayîn, ma ne baştir e ku ereb wê birêve bibin? Çiku ereb bûne metirsî li ser kurd û tirkmenan jî.

Heke îdareya Kerkûkê ne di destê kurdan de be, tirkmen wê birêve bibin baştir e ku ereb lê hukmdar bin çiku çavê ereban li dagîrkirina wê ye.

Tirkmen nikarin Kerkûkê dagîr bikin. Nikarin siyaseta gelqiriyê li hember kurdan bimeşînin. Nikarin rêjeya kurdan kêm bikin û hejmara tirkmenan zêdetir bikin. Lê ereb dikarin û dikin. Erebên navçeyên jêrîn û navîna Iraqê tînin Kerkûkê, destên xwe datînin ser erd û zeviyên cotkar û gundiyên kurd û didin ereban.

Amûr û şert û mercên ku li ber destên ereban hene, li ber destên tirkmenan nînin. Lewra heke her du alî jî bi çavê neyaran li kurdan binêrin, materyalên di destê tirkmenan de ji bo dijminatiya kurdan ji yên ereban lawaztir û kêmtir in.

Her çiqasî şert û merc û derfet heye ku kurd bi peymaneke demdirêj bi tirkmenan re wiha bikin ku kurd û tirkmen bi hev re wek hevbeş bêyî ku bibin gef û metirsî li ser hev, bi hev re bijîn; lê ji bo vê yekê pêwîstiya wan bi hin kesan heye ku bi rastî li Kerkûkê bihizirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin