KERKÛK/ 27 milîsên Heşda Şeibî hatin revandin

KERKÛK/ 27 milîsên Heşda Şeibî hatin revandin

Hat ragihandin ku li başûrê rojavayê Kerkûkê di navbera milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞ û komeke Heşda Şeibî de şer derket. 27 milîsên Heşda Şeibî hatin revandin

A+A-

Li gor medya Iraqê ku dispêre çavkaniyên ewlehî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê di navbera gundên Sedûniye û Şahriyê de êrişî koma Lîwaya Elî ekberî ya Heşda Şeibî kir.

Li gor nûçeyên medyayê di navbera herdu aliyan de şer û pevçûnên dijwar qewimîne. Berdevkê Heşda Şeibî Elî Husên ragihand ku piştî pevçûnê hêzên Heşda Şeibî û polîsên federal cihê pevçûnê dorpêç kirine.

Çavkaniyên ewlehî di berdewamiya axaftina xwe de ragihandin ku milîtanên DAIŞê 27 milîsên Lîwaya Elî Ekberî ya bi ser Heşda Şeibî revandine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin