Karûbarên pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş destpê kirine

Karûbarên pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş destpê kirine

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya karûbarên pêkanîna ''Navçeya Aram'' li bakurê Sûriyê de, karên ‎pêkanîna ''Navenda Operasyonên Hevbeş'' destpê kirin.‎

A+A-

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya karûbarên pêkanîna ''Navçeya Aram'' li bakurê Sûriyê de, karên ‎pêkanîna ''Navenda Operasyonên Hevbeş'' destpê kirin.‎

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku bi armanca avakirina ''Navçeya Aram'' li bakurê Sûriyê karûbarên pêkanîna jêrxana ''Navenda Operasyonên Hevbeş'' bi ‎hevahengiya ligel Amerîkayê berdewam in.‎

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, bi hatina şandeke şeş kesî ya Amerîkî bo bajarê Rihayê, karûbarên jêrxana ‎pêkanîna Navenda Tevgera Hevbeş destpê kirine.‎

 

Roja Duşemê 12ê Tebaxê di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser Navçeya Aram, şandeke leşkerî ya Amerîkayê ku ji şeş kesan pêkdihat, gihiştibûn parêzgeha Riha ya Bakurê ‎Kurdistanê.

 

Amerîka û Tirkiye roja 7ê Tebaxê piştî 3 roj ji civînên şandên leşkerî yên herdu welatan li Enqerê, ragihandibûn ku ew li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.

  

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin