Ji YPGê li ser komkujiya li Cindirêsê daxuyanî

Ji YPGê li ser komkujiya li Cindirêsê daxuyanî

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo daxuyand ku "balafirên Artêşa Tirkiyeyê navend û gundên herêmên Cindirês û Racoyê û herwiha gundên şerayê bombebaran dikin û di encamê de 22 welatiyên sivîl birîndar bûne".

A+A-

Li gor Sputnîkê Dîbo di daxuyaniya xwe de gotiye ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê îro sibehê navgîneke veguhestina hundirîn a diçe herêma Racoyê(durêyan gundên Birbinê) kiriye armanc û di encamê de 22 welatiyên sivîl birîndar bûne ku 4 ji wan zarok û bêtirî 15 jinan di nav wan de bûne.

Ji aliyê din ve, medyaya nêzîkî YPGê ragihand ku "balafirên Artêşa Tirkiyeyê li navenda herêma Cindirêsê li sivîlan daye".

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin