
Ji PAK-Swêdê li ser hilbijartinan civîna şêwrê
PAK-Swêd li ser hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi hin rewşenbîrên bakurê Kurdistanê re civîneke şêwirdarîyê pêk anî.
A+A-
Îro li ser vexwendina PAK-Swêdê (Rêxistina Piştgirên PAKê li Swêdê) gelek rewşenbîr û siyasetzanên bakurê Kurdistanê li ser her sê hilbijartinên (herêmî, serokatî û parlamento) ku li Tirkiyeyê dê di sala 2019an pêk werin, civîneke şêwirdarîyê pêk hat. Beşdarên civînê her yek fikrên xwe û pêşniyarên xwe yên li ser hilbijatinan anîn ziman.
Civîn bi moderatoriya Abît Gurses bi rêve çû. Abit Gurses di dawiya civînê de 3 xalên hevbeş tesbît kir. 1- Bloka Kurdistanî pêwist e, 2- Partiyên Kurdistanî him beriya hilbijartinan û him jî piştî hilbijartinan divê bi hev re wek blok tev bigerin. 3-Bloka Kurdistanî divê di hilbijartinan de bi HDPê re riyên hevbeş yê bi hev re helwest danînê bigere.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin