Ji Iraqê pengavek bo mûçeyan

Ji Iraqê pengavek bo mûçeyan

Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê şandeke teftîşê dişîne Kurdistanê bo teftîşkirina mûçeyê karmendan.

A+A-

Roja 4 vê mehê şandeka Wezareta Tenduristî û Wezareta Perwerde yên Kurdistanê çûbû Bexdayê û bi rayedarên Iraqî re li ser mûçeyê karmendên wan wezaretan hevdîtin kiribû.

 

Li ser naveroka wê civînê, berpirsa pilandanîna Wezareta Tenduristiyê Dr. Viyan Husên ji BasNewsê re got, rayedarên Iraqî di civînê de li ser mûçe û hejmara karmendan hinek pirs ji me kirin, me jî bersiva wan da.

 

Dr. Viyan her wiha got, ji me re gotin ku eger hûn bixwazin emê şandekê bişînin Kurdistanê bo teftîşkirina mûçe û hejmara karmendan. Me jî qebûl kir. Lê nayê zanîn ew şand dê kengê serdana Kurdistanê bike.

 

Wê rayedare Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku eger hikûmeta Iraqê mûçeyê wan wezaretan bide dê bê kêm û kurtî bide û got, jixwe me lîsteya karmendan daye wan. Her gava teftîş xilas bû dê mûçe bidin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin