Ji ber navê ’Kurdistan’ komeleya karsazan hat girtin

Ji ber navê ’Kurdistan’ komeleya karsazan hat girtin

Komeleya Karsaz û Pişesazên Kurdistanê (KURDSIAD) di 4ê Nîsana 2014ê de hatibû damezirandin

A+A-

Dadgeha 14emîn a Cezayê Giran a Amedê Komeleya Karsaz û Pişesazên Kurdistanê (KURDSIAD) bi îddîaya ku ew  ’li hember qanûna komeleyan mihalefet kiriye’ ji serokê wê Abdulbakî Karadenîz re salekê ceza û 820 lîra jî cezayê pere birîye û birayara fesihbûna Komeleyê daye.

KURDSIAD di 4ê Nîsana 2014ê de hatibû damezirandin û ji ber ku di destûra wê de navê Kurdistanê hebû Walîtîya Dîyarbekirê di derbarê wê de banga tawanbarîyê kiribû.

Sekreterê Giştî yê KURDSIAD Huseyin Bardakçi di derbarê biryara dadgehê de gotîye "Di qanunên Tirkiyê de nayê gotin ku navê ’Kurdistan’ qedexe ye. Ew dizanin ku ev biryar li gorî pêvajoya ku ew tê de derbas dibin hatiye dayîn û di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ye de biryareka weha dayîn watedar e."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin