Ji ber Lozanê berpirsiyariyeke manewî ya Brîtanya heye

Ji ber Lozanê berpirsiyariyeke manewî ya Brîtanya heye

Berpirsê muhafazakaran li Parlementoya Ewrûpa Charles Tannock: "Divê civaka navdewletî serxwebûna Kurdistanê nas bike."

A+A-

Berpirsê siyaseta derve ya koma muhafazakaran li Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock li ser hisabê xwe ye medya civakî twitterê de bersiva Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Delavar Ajgeiy da û got: "Mafê gelê kurd e ku li ser çarenivîsa xwe biryar bide. Pêwîste piştî referandûmê jî civaka navdewletî serxwebûna wan nas bike." Di twittereke din de jî Charles Tannock got: ”Ji ber peymana Lozanê di pirsa serxwebûn û referanduma Kurdistanê de berpirsiyariyeke manewî ya Brîtanya heye”

 

Tannock beriya niha jî ragihandibû ku dostên bi hêz ên kurdan di Yekîtiya Ewropayê de hene û ew bixwe jî yek ji wan e. Charles Tannock brîtanî ye, ji herêma Londonê bo parlamentoya Ewrûpa hat hilbijartin û di salên 2004 û 2007ê de Cigirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan li Parlamena Ewropayê bû.

Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpayê Delavar Ajgeiy jî di twittera xwe de got: ”Mesaja serxwebûnê, mesaja aşîtîyê ye, mesaja dawîanîna şer û trajediyê ye”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin