Ji ber erdheja Mereşê li qeraxên Çemê Feratê qelşên mezin çêbûne

Ji ber erdheja Mereşê li qeraxên Çemê Feratê qelşên mezin çêbûne

.

A+A-

Erdheja 6ê Sibatê, qelşên mezin xistiye erdên derdora Çemê Feratê ku hinek ji wan qelşan 2 metran kûr in, vê yekê jî xelkê gundên wê navçê nîgeran kiriye. Kesên pispor jî dibêjin, çêkirina  bendavan, bandor li ser mezinbûna karesatê kiriye.

Qeraxên Çemê Firatê yên li navçeya Siwêreg a ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê erdhejên Mereşê ku roja 6ê Sibatê bi hêza 7.7 û 7.6 pile li navçeyên Bazarcix û Elbistanê çêbûn, derzên mezin xistine nav zeviyên derdorên wê.

Derz li hinek cihan ji 2 metreyan bilindtir in û kûrahiya wan ji qama mirov bilindtir in.

Şêniyê gundê Bilêriz Remezan Ayata got, “Li vê derê cihên ku bi firehiya 100 metreyî derizîne hene. Ev li dû beşan heye, zinar ketine nav Çemê Feratê. Me digot qey tiştek bi vêderê nabe. Ji ber ku erd gelek saxlem e û çandinî nabe.”

Derz heta çend metreyan dirêj bûne. Niştecihên gundên herêmê ji ber vêya şok û xemgîn bûne. Ji ber ku li wê herêmê ji ber erdhejê gelek xanî wêran bûne.

Şêniyê gundê Bilêriz Bulent Ayata anî ziman, “Ev der jî xala me ya sifir e bi Semsûrê re, Çemê Ferat di navbera me de heye. Em hest pê dikin erdhejên Mereş û Semsûrê bandor li vêderê kirine. Parçeyên mezin ji çiyê qetiyane û ketine çem. Qelşên mezin hene ku dibe jê biqetin. Xwedê biparêze ev cihê em lê ne jî pirsgirêke, di lerzekê biçûk de dikare bikeve nav çem.”

Lê, pispor dibêjin divê xelkê herêmê ji van derzan netirsin.

Akademîsyenê Zanîngeha Harranê Sedat Benek got, “Li Geliyê Takoran, li çend navçeyên Cirnê Reş û aliyê başûrê Bendava Ataturk li çend cihan hinek derz çêbûne. Ya herî diyar jî derzên li Geliyê Takoran in. Divê mirov ji van derzan netirse.”

Erdheja Mereşê bandor li hinek bendavên Bakurê Kurdistanê jî kir. Pisporê Zanistên Zewî Prof. Dr. Elî Mehmûd Sûrdaşi ji Rûdawê re ragihand, “Her çiqas bendav ne sedema sereke ya erdhejên 6ê Sibatê ne, lê tevgera tebeqeyên zewî çalak dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin