
Jan Îlhan Kizilhan: Komkujiya Êzidiyan bi bêdengî berdewam dike
.
Derûnnas Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ragihand ku Komkujiya Êzidiyan bi bêdengî berdewam dike.
Derûnnas Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Komkujiya Kurdên Êzidî bû û axaftinek pêşkêş kir.
Jan Îlhan Kizilhan Diyar kir, her çend şerê çekdarî bi dawî bûbe jî, "komkujiya Êzidiyan bi temamî bi dawî nebûye" û şêweyê xwe guherandiye û bûye "komkujiyeke bê deng" ku bi rêya tunekirina çandê û birînên kûr ên derûnî berdewam dike.
Kizilhanê ku bi xwe Kurdekî Êzidî ye û alîkariya rizgarbûyên Êzidî dike bi vî rengî qala “guherîna şêweyê komkujiyê” kir:
"Rûyê komkujiyê ji hovîtiya kuştina bi komî guheriye û bûye helandina hêdî ya çandê, ji wêrankariya berbiçav bûye birînên derûnî yên nedîtî û demdirêj."
"Rizgarbûyî ji aliyê biyolojîk ve zûtir pîr bûne"
Kizilhan eşkere kir ku lêkolînên klînîk encamên şokdar ên derûnî û biyolojîk li ser rizgarbûyan derxistine holê û got:
"Zêdetirî ji sedî 80yê rizgarbûyan nîşanên stresa piştî trawmayê (PTSD) nîşan didin, nêzîkî ji sedî 60î ji wan ji ber depresyona giran dinalin û nêzîkî ji sedî 50î jî hewla xwekuştinê daye."
Wî pisporê warê stresa derûnî amaje bi lêkolîneke nû kir û da zanîn:
"Lêkolîna me derxistiye holê ku rizgarbûyî tûşî pîrbûna biyolojîk a pêşwext bûne û bi rêjeya navîn çar salan ji aliyê biyolojîk ve ji wan kesên ku travma nedîtine pîrtir in.
Ev tê wê wateyê ku ew Êzidiyên di bin destê DAIŞê de mane, ji ber zextên derûnî zûtir pîr bûne."
"Komkujiya bêdeng" li Şingalê û kampan
Kizilhan rexne li rewşa niha ya Şingalê girt û got, her çend DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çûbe jî rewşa piştî şer "komkujiyeke bêdeng" afirandiye û li pey çû:
"Li Şingalê avakirin rawestiyaye, xizmetguzariyên giştî nînin û milîsên hevrik ji bo kontrolkirina herêmê hevrikiyê dikin.
Di navbera 250 hezar û 300 hezarî de Êzidî hîn jî koçber in û li sitargehên demkî, yanî li kampan dijîn."
Wî ev yek wekî "qonaxa duyem a komkujiyê" bi nav kir ku ew jî "Nehiştina gelekî ya bi rêya tinekirina hêdî ya nasnameya wan e, li gel helandina kevneşopiyên devkî, ziman û merasîman."
"Pirs ev e: Gelo dê Êzidî wekî pêkhateyeke olî bimînin?"
Profesor Kizilhanê ku li bajarê Dihokê navendeke çareseriya derûnî ji bo wan kesên ku ji ber karesatan tûşî stresa derûnî bûne vekiriye, derbarê koça berdewam a Êzidiyan de hişyarî da û got:
"Ji sala 2014an ve, zêdetirî 200 hezar Êzidiyan Îraq û Kurdistan terk kirine ku ev koça herî mezin e di nava 800 salan de.
Pirsa sereke niha man û neman e: Gelo dê Êzidî wekî komeke olî ya cihê bimînin?
Gelo dê di nava 60 an 80 salên pêş de, ziman, merasîm û kevneşopiyên wan berdewam bikin, an dê di nav civakên mêvandar de bihelin?"
"Nasandin bêyî pêngavên berdewam vala ye”
Wî pisporê Kurd ku adara îsal, li hemberî xizmeta xwe ya 25 salan di warê çareseriya derûnî de, bi taybetî di warê xizmetkirina Kurdên Êzidî de ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ve li Berlînê Xelata Rûmetê ya Almanyayê wergirt, bang li civaka navneteweyî kir ku tenê bi nasandina komkujiyê nesekinin û anî zimên:
"Nasandin bêyî pêngavên berdewam vala ye. Pêwîst e civaka navneteweyî mafê vegerê û avakirinê li Şingalê garantî bike, misogerkirina darizandina tawanbaran bike û piştgiriyê bide destpêşxeriyên çandî û perwerdeyî yên Êzidiyan
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin