Îranê li ser agirbestê daxuyaniya pêşî da

Îranê li ser agirbestê daxuyaniya pêşî da

.

A+A-

Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di roja 40î ya şer de daxuyaniyek da.

Konseyê ragihand ku Îran û "Eniya Berxwedanê" gihiştine armancên xwe yên leşkerî.

Konseyê diyar kir ku Amerîkayê 10 mercên ku Tehranê pêşkêş kirine wekî bingeha dan û standinan qebûl kirine.

Her wiha Konseyê ji bo hevdîtinên ku dê Înê 10ê Nîsanê li Îslamabadê dest pê bikin 2 hefte dem da.

Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê derbarê şerê bi Amerîka û Îsraîlê re daxuyaniyeke berfireh a "serkeftinê" belav kir.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku “hêzên dijmin” ev zêdetirî mehekê ye ji bo agirbestê "lavlavê dikin" lê Tehranê heta niha di çarçoveya armancên xwe yên stratejîk de ev daxwaz red kirine.

"Dijmin di nav bêçaretiyeke dîrokî de ye"

Di daxuyaniya Konseyê de hat gotin ku Îranê heta niha hemû multîmatomên Serokê Amerîkayê Donald Trump red kirine û cih da van gotinan:

"Em mizgîniyê didin miletê mezin ê Îranê, hema bêje hemû armancên şer pêk hatin, zarokên we yên qehreman dijmin xist nav bêçaretiyeke dîrokî û têkçûneke mayînde.

Biryara Îranê ew e ku vî şerî bidomîne heta ku destkeftiyên wî bên tescîlkirin û li herêmê hevkêşeyeke nû ya ewlehiyê ya li ser bingeha serweriya Îran û Eniya Berxwedanê bê avakirin."

Mercên Tehranê yên li ser maseyê

Di daxuyaniyê de cara yekem hûrgiliyên plana aştiyê xal bi xal hatin eşkerekirin.

Ev plan bi rêya Pakistanê ji Washingtonê re hatibû şandin û hatiye diyarkirin ku "Amerîkayê wekî bingeha dan û standinan qebûl kiriye."

Mercên Îranê ev in:

Kontrola teqez a li Hurmizê: Derbasbûna di Tengava Hurmizê re divê bi hevahengî û kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê bê kirin.

Parastina Eniya Berxwedanê: Rawestandina şerê li dijî hemû hêmanên Eniya Berxwedanê, di nav de Libnan, Yemen û Îraq jî hene.

Vekişîna Amerîkayê ya ji herêmê: Vekişîna bi temamî ya hêzên şerker ên Amerîkayê ji hemû baregeh û xalên li herêmê.

Protokola Hurmizê: Avakirina protokoleke nû ya çûn û hatinê ku serweriya Îranê ya li ser tengavê garantî dike.

Qerebûya (tezmînat) şer: Qerebûkirina bi temamî ya hemû wan ziyanên ku şer gihandiye Îranê.

Rakirina cezayan: Rakirina bi temamî ya hemû cezayên bingehîn û duyemîn.

Betalkirina biryarên NY û IAEAyê: Betalkirina hemû biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Desteya Birêvebir a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) yên li dijî Îranê.

Vegera mal û milkan: Serbestberdana hemû sermayeyên darayî yên Îranê ku li derveyî welat hatine rawestandin.

Garantiya navneteweyî: Tescîlkirina hemû van xalan a ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve wekî biryareke mecbûrî.

“Tiliyên me li ser tetikê ne"

Konseyê ragihand ku piştî Amerîkayê bi navbeynkariya Serokwezîrê Pakistanê qebûlkirina van prensîban diyar kir, wan biryar daye ku dan û standin 10ê Nîsanê (roja înê) li Îslamabadê dest pê bikin.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku pêvajo hîn bi dawî nebûye û ev hatin tomarkirin:

"Ev pêvajoya dan û standinan a 2 hefteyî nayê wateya bidawîhatina şer.

Heger teslîmbûna dijmin a li qadê li ser maseyê veguhere serkeftineke siyasî, em dê serkeftina xwe pîroz bikin.

Heger wisa nebe, heta ku hemû daxwazên miletê me pêk bên, em dê şerê xwe bidomînin.

Tiliya me li ser tetikê ye; xeletiya dijmin a herî piçûk dê bi awayekî herî tund were bersivandin."

Piştî vê biryara ku bi erêkirina Rêberê Olî Mucteba Xamineyî hat standin, li nav Îranê banga "pîrozbahiyên serkeftinê" hat kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin