Îran hêzeke mezin li ser sînoran kom kiriye!

Îran hêzeke mezin li ser sînoran kom kiriye!

Berpirsekî leşkerî yê Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê aşkera kir, Îranê hêzeke mezin li navçeyên sînorê li gel herêma Kurdistanê kom kiriye.

A+A-

Berpirsekî leşkerî yê Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê aşkera kir, Îranê hêzeke mezin li navçeyên sînorê li gel herêma Kurdistanê kom kiriye.

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistan a PDK-Î Kaweh Behramî ragehand: ‘’Li sînorê herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, Îranê hêz kom kiriye.’’

Herwaha got, sedemê wê tevgera hêzên Îranê, ji bo pêşî li Pêşmergeyên aliyên Rojhilatên Kurdistanê bigre û herwaha nerazîbûnên xelkê navçeyên Rojhilatê Kurdistanê jî bitirsîne ye.’’

Kaweh Behramî got: ‘’Îran ditirse xelke serî rake, ji ber wê sînoran bihêz tejî dike û ji Hemedan, Azerbeycan û Urmiyê dubare hêzên nû anîne bo wan navçeyên sînor.’’

Berî naha jî li çapemeniya Iraqê belav kir, Îran hêzeke mezin bo navçeyên sînor anîne û dûr nîne ku plana êrîşeke bejayî bo ser hin hêzên opozîsyon pêkbîne.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin