
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
.
Peymangeha Rojhilata Navîn a Amerîkayî di raportekê de eşkere kir ku îdareya Donald Trump amade ye çavê xwe li helwestên niha yên Iraqê li beranberî Îranê bigire, bi wî şertî ku Bexda bi temamî berê xwe bide rojava û têkiliyên xwe li gel Amerîka û welatên Erebî bihêztir bike.
Li gorî raporta peymangehê, Waşinton li benda guhartinên mezin di awayê desthilatdariya Iraqê de ye. Biryar e ku di nîvê meha bê de, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Waşintonê bike. Amerîkayî wekî "mîrovekî kar û erênî" li Zeydî dinêrin, lê hişyariyê didin ku nabe çaverêbûn li ser Serokwezîrê Iraqê yê nû nerênî bin, ji ber ku ezmûna wan a borî li gel serokwezîrên berê bêhîvker bûne.
Nexşerêya sêalî ya Tom Barrack bo Elî Zeydî
Îdareya Trump bi rêya nûnerê xwe yê taybet "Tom Barrack" nexşerêyek bo Zeydî diyar kiriye ku ji sê tewerên serekî pêk tê:
- Heşda Şebî û Bêçekkirin: Hilweşandina Heşda Şebî û bêçekkirina komên din, ku vê yekê pêdivîtî bi biryara parlamentoyê û wêrekiya siyasî heye.
- Parastina Kompanyayan: Dabînkirina jîngeheka aram bo kompanyayên petrolê û weberhênanê li Besra û Herêma Kurdistanê, û parastina wan ji êrîşên milîsiyan.
- Zivirîna Ber bi Kendavê: Guhartina arasteyê siyasî û aborî yê Iraqê ber bi welatên Kendavê û Rojava ve, mîna wê guhartina ku Waşinton dixwaze di Sûriyeyê de jî bibîne.
Ew raport amajeyê dide ku Zeydî li beranberî ceribandineka dijwar e; ji aliyekî ve divê xetên sor ên Amerîkayê di destnîşankirina wezîrên navxwe û berevaniyê de li ber çavan bên wergirtin, û ji aliyê din ve jî neçar e bo razîkirina Çarçoveya Hevahengiyê hinek destberdanê bike. Mezintirîn astengî jî desttêwerdana kûr a Îranê di nav wezaretan û kerta aborî ya Iraqê de ye, ku bi salan e rehên xwe dahêlane.
Peymangeh pêşniyar dike ku Amerîka siyaseteka weha bimeşîne: Ew komên ku çekan dadinin û dibin partiyên siyasî, cezayên li ser wan bên rakirin, lê ew red dikin ku bên bin rikêfa dewletê.
Di wê raportê de tekez hatiye kirin ku îdareya Trump êdî wê siyaseta berê ya Bexdayê qebûl nake, ku dixwest hevsengiyê di navbera Waşinton û Tehranê de rabigire. Bo Trump, ev mijar bi dawî hatiye û divê Iraq bi temamî alîgiriya xwe bo Rojava yekalî bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin