Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir

.

A+A-

Hûsiyên Yemenê ku Îran piştgiriyê dide wan, ragihand ku wan li Kendava Adenê mûşek berdane ”keştiya petrolê ya Brîtanyayê.”

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî derbarê êrişê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Yahya Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku keştiya petrolê ya “Brîtanyayê” ya bi navê “Marlin Luanda” hatiye hedefgirtin.

Serî eşkere kir ku wan bi mûşekên dijkeştî êrişî tankerên petrolê kiriye û di encamê de agir bi keştiyê ketiye.

Yahya Serî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Êriş, ji bo tolhildana gelê Filistînê yê bindest, ji bo piştgirî û piştevaniya birayên me yên li Xezeyê herwiha li dijî êrişên Amerîka û Brîtanyayê yên li welatê me bersivek e.”

Serî bi bîr xist ku Îsraîlê “ambargo” daniye ser rêyên behrê yên Uman û Deryaya Sor.

Herwiha Serî destnîşan kir ku heta agirbest neyê ragihandin û heta ku ji bo gelê Filistînê derman û xwarin neyê dayîn ew dê “operasyonên leşkerî” bidomînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin