Huda Kaya: Melê Camîyê; HDPyî kafir in, kuştina wan vacîb e!

Huda Kaya: Melê Camîyê; HDPyî kafir in, kuştina wan vacîb e!

Mele; li derûdora eqrebeyên we û li derûdora we HDPyî hene; ew kafir in, kuştina wan vacîb e.”

A+A-

Di Komsîyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de Mebûsa Stenbolê ya HDPê Huda Kaya di axaftina xwe de ji endamên komsîyonê re gotîye; Meleyê ‘Camîya Hakki Eksi’ ya Umranîya Stenbolê berê di hefte di xutbeya Înêyê de bang li xelkê kiriye ku ew li dijî HDPê çek hildin.

Li gor nûçeya Hulya Karabagli ya t24ê, Huda Kaya weha gotîye: Binêrin em di şertekî çawa de Destûra Bingehîn çêdikin. Ev îniya dawî na ye berê wê li Stenbolê di camîyekê (ji xwe navê wê nivîsandîye) de meleyê xutbe daye, gotîye; ”Di cemaetê de şahîdê wî jî hene, wî ji xwe re sîlehek otomat stendîye û ji cemaetê re jî gotîye hûn jî bistînin; li derûdora eqrebeyên we û li derûdora we HDPyî hene; ew kafir in, kuştina wan vacîb e.”
Huda Kaya di derbarê vê yekê de ji xwe pêşnîyazek amade kiriye bo dayîna Meclîsê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin