
HSD: Zindana Sînaa bi temamî hat kontrolkirin
.
A+A-
HSDê ragihand ku zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê bi temamî hat kontrolkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku şervanên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyona `Gurzên Gelan` zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a li Hesekê bi temamî kontrol kirin.
Li gor wê daxuyaniyê, “hemû çeteyên ku di nava zindanê de bûn” xwe radsetî şervanan kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin