
Hilbijartin û çarenivîsa Hisîça, Reqa û Siwêdayê
.
Berdevkê Medyayê yê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel a Sûriyeyê Newar Necme da zanîn ku parêzgehên Hisîça (Hesekê), Reqayê û Siwêdayê di nav para ku ji bo serokkomar hatiye veqetandin de xwedî kursî ne û ev par sêyeka kursiyên encûmenê ye û nakeve bin pêvajoya hilbijartinê.
Lewma, "mumkin e" ku tevî bipaşxistina hilbijartinan a li wan deran jî endam ji bo wan parêzgehan werin tayînkirin.
Newar Necme berê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku hilbijartinên li her sê parêzgehan heta ku şert û mercên guncav ji bo lidarxistina wan peyda bibin, hatine bipaşxistin.
Newar Necme li ser şertê ku divê endamê komîteyan berî 1ê Gulana 2011an welatiyê Sûriyeyê be de got ku nîsana wê salê biryarnameyek derketibû ku welatîbûn dida wan Kurdên ku jê bê par mabûn.
Wî her wiha got ku danîna vê dîrokê ji bo "bêparnemana wan ji mafê endamtiya di desteya hilbijêran de" ye û teqez kir:
"Her kesê ku ev biryarname li xwe girtibe, heta eger paşê jî welatîbûn bi dest xistibe, wekî ku berî Gulana 2011an welatîbûn bi dest xistiye tê hesibandin."
Berdevkê Medyayê yê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel a Sûriyeyê Newar Necme pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Gelo ji bo vê bipaşxistinê maweyek an sînorekî diyarkirî heye?
Newar Necme: Ji dema ku biryarnameya avakirina komîteya bilind a hilbijartinên Encumena Gel hat dayîn, em li hemberî pirsgirêka lidarxistina hilbijartinan li van her sê parêzgehan bûn. Di rastiyê de, em li bendê bûn ku şert û mercên siyasî û ewlehiyê yên guncav ji bo lidarxistina van hilbijartinan çêbibin lê heta niha ev şert û merc pêk nehatine.
Ji ber vê yekê, me hilbijartinên li van her sê parêzgehan bi paş xistin. Ez bawer dikim ku ev hilbijartin dê bipaşxistî bimînin heta ku şert û mercên ewlehî û siyasî yên guncav ji bo lidarxistina hilbijartinên di vê astê de pêk werin, ji ber ku pêdiviya wan bi asteke bilind a dadwerî û şefafiyetê heye. Her wiha divê dewlet li van deveran, çi li Reqayê be, çi li Hisîça yan jî Siwêdayê, xwedî statuyeke serwer a rastîn be.
Rûdaw: Para van parêzgehan a kursiyên di Encumenê de çend e?
Newar Necme: Parêzgeha Hisîçayê 10 kursî, parêzgeha Reqayê 6 kursî û parêzgeha Siwêdayê jî 3 kursiyên wê hene. Helbet, em li vir behsa hejmara kursiyan ji sêyeka duyan a endamên Encumena Gel, ango ji 140 kursiyan, dikin.
70 kursiyên din jî dimînin ku ji aliyê Birêz Serokkomar ve tên tayînkirin. Her wiha para van parêzgehan di nav wê sêyekê de jî heye ku girêdayî birêz Serokkomar e. Li vir divê em amaje pê bikin ku ew sêyeka ku birêz Serokkomar tayîn dike, nakeve pêvajoya hilbijartinê, loma mumkin e ku ew sêyek ji van parêzgehan were tayînkirin lê belê, derbarê lidarxistina hilbijartinan ew dê di dema niha de werin bipaşxistin.
Rûdaw: Gelo tirsa wê yekê nîne ku nebûna sê parêzgehên sereke rewaîtiya qanûn û yasayên ku dê derkevin, bi taybetî jî yên girêdayî destûrê lawaz bike?
Newar Necme: Di parlamentoyan de bi giştî qanûn yan yasa dema ku ji sedî 50î zêdetir dengên endamên Encumenê werdigire, rewaîtiya xwe bi dest dixe. Hejmara ku hilbijartina wan hatiye bipaşxistin tenê nêzîkî ji sedî 10ê endamên Encumena Gel pêk tîne, ji ber vê yekê ez bawer nakim ku dê bandorê li rewaîtiya van qanûnan bike.
Lê ya girîngtir ew e ku ev bipaşxistin dê welatiyên li van parêzgehan ji mafê wan ê beşdariya siyasî bê par bihêle. Li vir, di rastiyê de, em berpirsyariyê dixin stûyê komên leşkerî û çekdar ên ku van deveran kontrol dikin, ku ji ber serhişkiya wan a di bicihanîna rêkeftinên bi hikûmeta Sûriyeyê re îmzekirî de, welatiyên li van deveran ji mafê xwe yê beşdariya siyasî bê par dihêlin. Bi taybetî ku van koman her tim îdia dikir ku ew dixwazin beşdarî siyasetê bibin û derbarê mijara beşdariya siyasî de rexne li hikûmeta Sûriyeyê digirtin. Niha, dema ku ev maf hat, rewşa ewlehî û siyasî ya li van deveran alîkariya me nekir ku em van hilbijartinên ku dibin sedema beşdariya siyasî li dar bixin.
Rûdaw: Ka em hinekî behsa amadehiyên giştî yên van hilbijartinan bikin, gelo Komîteya Bilind dest bi avakirina komîteyên şaxan ên li wan parêzgehan kiriye ku dê hilbijartin li wan bên kirin.
Newar Necme: Mekanîzmaya hilbijartinan û kar û bernameya demê li gorî mekanîzmaya li ser lihevkirî berdewam dike. Sîstema hilbijartinê ya demkî berî du rojan hat weşandin û me yekser dest bi şêwirên ji bo avakirina komîteyên şaxan kir ku dê di rojên pêş de werin avakirin. Gava ku avakirina komîteyên şaxan bi dawî bû, dê ev komîte tavilê li ser asta herêman di nav axa Sûriyeyê de dest bi karê xwe bikin ji bo hilbijartina endamên desteyên hilbijêran, û dibe ku pêvajo ji bo avakirina desteyên hilbijêran nêzîkî 10 heta 15 rojan hewce bike.
Piştî wê, em dê bigihîjin dawiya qonaxa hilbijartinê da ku dest bi qonaxa dengdanê bikin, ku dibe ku hefteyek heta 10 rojên din hewce bike. Mekanîzma berdewam dike û bernameya demê li gorî van dîrokan birêkûpêk e û heta niha ji bo parêzgehên din ti astengiyên rast nînin.
Rûdaw: Dê kengî encamên dawî werin ragihandin û Encumena Gel bi şêweya xwe ya destpêkê were avakirin?
Newar Necme: Em bawer dikin ku eger kar li gorî bernameya demê ya ku hatiye danîn bimeşe, ji bo temamkirina pêvajoya hilbijartin û dengdana sêyeka duyan a endamên Encumena Gel pêdiviya me bi nêzîkî 30 heta 40 rojî heye. Bi xwezayî, Birêz Serokkomar dê yekser piştî wê sêyeka dawî tayîn bike. Ez bawer dikim ku em dê beriya dawiya meha Îlonê li Sûriyeyê bibin xwedî parlamentoyeke nû.
Rûdaw: Şertên endamtiya di komîte û desteyên hilbijêran de (Madeya 21) pîvanên siyasî yên wekî "nebe ji piştgirên rejîma berê" an "aliyên cudaxwaziyê" dihewîne. Kîjan alî dê van pîvanan binirxîne û li ser wan biryarê bide?
Newar Necme: Komek pîvan û şert hene ku divê di welatiyan de hebin da ku karibin bibin endamên desteya hilbijêran. Ev şert di sîstema hilbijartinê ya demkî de hatine diyarkirin û ew bi temen, şiyana qanûnî û xwedîbûna bawernameya zanîngehê ve girêdayî ne, ji bilî pêwîstiya ku wî berî Gulana 2011an welatîbûna Sûriyeyê bi dest xistibe.
Her wiha şert e ku ne piştgirê rejîma berê be, û ne endamê Encumena Gel di dema şoreşê de bûbe yan jî berbijarê Encumena Gel bûbe. Ev komek şert û qanûn in ku di sîstema hilbijartinê ya demkî de hatine diyarkirin û divê di endamên desteya hilbijêran de hebin da ku endamtiya wan di nav van desteyan de rewa bibe.
Rûdaw: Di endamê komîteya şaxê de şert e ku berî dîroka 1ê Gulana 2011an welatiyê Sûriyeyê be, di nav de ew welatiyên ku biryarnameya 49an a sala 2011an li xwe digire. Gelo mumkin e ku hûn vê xalê zelaltir bikin?
Newar Necme: Belê, di rastiyê de eger te bala xwe dabiyê, me Adara 2011an hilnebijart lê me meha Gulana 2011an hilbijart, ji ber ku di meha Nîsana heman salê de biryarnameyek derket ku welatî dida birayên Kurd ên ku ji welatîbûna Sûriyeyê bê par mabûn.
Armanca danîna vê dîrokê ew bû ku ev kes ji mafê xwe yê endamtiya di desteya hilbijêran de bê par nemînin. Helbet, her kesê ku ev biryarname li xwe girtibe, heta eger paşê jî welatîbûn bi dest xistibe, wekî ku berî Gulana 2011an welatîbûn bi dest xistiye tê hesibandin lê piştî 2011an, me ev qanûn danî da ku em pirsgirêka hebûna hêmanên biyanî yên ku rejîmê di dema şoreşê de welatîbûn dabûyê derbas bikin û ji ber vê yekê mafê wan nîne ku bibin endamên desteyên hilbijêran.
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin