Hikûmeta Tirkiyê derbarê kartên rojnamevaniyê de biryarekî nû da

Hikûmeta Tirkiyê derbarê kartên rojnamevaniyê de biryarekî nû da

.

A+A-

Hikûmeta Tirkiyê biryarekî nû li ser kartên çapemeniyê da û li gorî wê biryarê, kesên ku tometa “tawanên terorîstî” li ser wan hebe, dê karta wan ji wan bê standin.

Biryara guhertina Rêziknameya Karta Çapemeniyê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pejirandin û bi êrêkirina Erdogan, biryar di rojnameya fermî ya dewleta Tirkiyê de hat weşandin.

Bi vê guhertinê bo kesên ku dê kerta çapemeniyê werbigrin xalek lê hat zêdekirin.

Li gor xala hatiye zêdekirin, kesên ku bixwazin karta çapemeniyê werbigrin divê bi tawanên, “endamtî û alîkariya rêxistinên terorîstî nehatibin cezakirin.”

Di biryarê de guhertinek din jî derbarê xwediyên karta çapemeniyê ya berdewam hatiye kirin û li gor guhertinê, kesên ku kartên rojnamevaniyê yên berdewam hebin, eger li dijî ewlekariya netewî ya civakî û pergala wê çalakiyan bikin an çalakiyên têkoşîna li dijî tawanan lawaz bikin, dê karta wan bê betalkirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin