Hêzên tepeserkare rêjîmê li Kirmaşanê 2 ciwanên Kurd birîndar kirin

Hêzên tepeserkare rêjîmê li Kirmaşanê 2 ciwanên Kurd birîndar kirin

.

A+A-

2 ciwanên Kurd ên xelkê bajarê Kirmaşanê li dema bi rêvebirina rêûresma Newrozê, kevtine ber gulleyên bikirêgirtiyên rêljîmê ên ser bi spaha pasdaran a terorîst û bi dijwarî birîndar bûn.

Pêka raporên belavbûyî, 2 ciwanên Kurd ên xelkê bajarê Kirmaşanê bi navên “Arman Besîrî û Mihemed Ehmediyanî” li dema bi rêvebirîna rêûresma Newrozê li parka rojavayî ya “Taqê Bostan”ê li taxa “Zefer” a bajarê Kirmaşanê de ji aliyê bikirêgirtiyên rêjîmê û bi gulleyên şer hatine birîndarkirin.

Pêka wan raporan, wan çekdarên tirorîst ên rêjîmê dixwestin rêgiriyê ji birêveçona rêûresma Newrozê bikin û hêcet girtibûn ku dengê mûzîkê bilinde, lê wan 2 ciwanên xwedîhelwîst, ew yeka qebûl nekirin û li hember wan sekirin.

Bikirêgirtiyên rêjîmê tevî lêdan û kutanê, bi gulleyên şer ew 2 ciwanên Kurd birîndar kirin û li mewadaya gelek nêzîk ve teqe li wan kirine û dubare ew kutane û piştî lêdan û birîndarkirinê dîsan bi demaçeyan jî teqe li wan kirine.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin