Hêzên Rûsî dorpêça li ser Kîevê berfireh dikin

Hêzên Rûsî dorpêça li ser Kîevê berfireh dikin

.

A+A-

Serokomarê Ûkraynayê Zelenskiy gotiye artêşa Rûsyayê êrişî qamyonên xurakê kiriye û Rûsya weke “dewleteke terorîst” tohmetbar kiriye. Li Marîyûpûlê, mirov ji bo xurakê êrîşî hev dikin. Hêzên Rûs dorpêça li ser dewrûbêrê Kîevê berfireh dikin.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy di weşana vîdeoya dawî de diyar kiriye ku Rûsya 'dewleteke terorîst' e. her weha gotiye, "Divê cîhan vê bizanibe û qebûl bike" Zelenskiy hêzên Rûs bi êrîşa li hemberî konvoyeke însanî ya ji bo bajarê Marîûpol ku di bin dorpêçê de ye sûcdar kiriye.

Zelenskiy diyar kiriye ku roja Pêncşemê ti kes ji Marîyupolê nehatiye derxistin, lê roja Pêncşemê nêzî 40 hezar kes ji pênc bajarên din reviyan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja Înê destnîşan kiribû ku wê ji bo valakirina sivîlên ji Kîev, Xarkîv, Sumy, Çernîhîv û Marîyûpolê korîdorên însanî vekin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden dema roja îniyê banga bidawîanîna pêwendiyên bazirganî bi Rûsyayê re kiribû dê careke din aşkere bike ku zêxtên aboriyê zêde bûye. Ev pîvan, tevî Kuba û Koreya Bakur wê Rûsyayê bixe nava aloziyeke aboriyê û resesyona ku IMF dibêje ji niha ve tê hîskirin wê kûrtir bike.

Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê di rapora xwe ya dawî de ragihandiye ku hêzên Rûs ji ber berxwedana xurt a Ûkraynayê 'hejmara hêzên ji bo dorpêçkirina bajarên girîng hatine bicihkirin zêde kirine'.

Dîplomatan diyar kirine ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê roja Înê li ser daxwaza Rûsyayê li ser îdîayên Moskowayê yên li ser çalakiyên biyolojîk ên DYA yên li Ûkraynayê bicive.

Hevdîtinên payebilind ên di navbera Rûsya û Ûkraynayê  de bêyî ku agirbestê çêbibe bi dawî bûn in. Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmîytro Kûleba diyar kiriye ku di civîna bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re ji bo agirbestê ti pêşketin çênebûye.

Li Brîtanyayê hikûmetê ji bo kesên ji dagirkeriya Rûsyayê direvin rêyeke nû ji aşkere kiriye û ragihandiye ku gelê Brîtanyayê wê karibe cihê mayînê pêşkêşî penaberên Ûkraynayê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin